Şaredariya Şexmeqsûd û Eşrefiye civina xwe ya salê li dar xist

Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di civîna xwe de bal kişand ser kar û destkeftiyên ku di nava salekê de kirine û ji bo başkirina beşa xizmetguzariyê plansaziya xwe danî

4 mijdar, 2025   19:23
HELEB

Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, bi armanca nirxandina xebat û destkeftiyên ku di nava salekê de hatine bidestxistin, civîn organîze kir. Di civînê de rewşa rêxistinî û gel, pêşniyarên başkirina beşa xizmetguzarî hatin nirxandin.

Endamên partiyên siyasî, saziyên sivîl, meclis, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, komîte û xebatkarên Şaredariya Gel a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tev li civînê bûn.

XEBATÊN GIRÎNG ÊN DI RAPORÊ DE HATINE PÊŞKÊŞKIRIN Û SENÎVZYONEK

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevseroka Şaredariya Gel a TAxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Emîne Beyrem bixêrhatina kesên amade kir û bernameya civînê diyar kir.

Di civînê de rapora salane bi zimanê Kurdî ji aliyê endama Meclisa Şaredariyê Sêvîn Mûsa û bi zimanê Erebî jî ji aliyê hevserokê şaredariyê Ednan Caro ve hate xwendin.

Dûre karên karker, komîteyên şaredariyê kirine û destkeftiyên salekê hatin pêkanîn bi sînevîzyonekê hatin pêşandan.

Piştî sînevîzyonê, kesên amade pêşniyarên ji bo başkirina rewşa xizmetguzariyê pêşkêş kirin, da ku ji bo xebatên sala bê bikevin plansaziya şaredariyê.

Endamê Komîteya Parastina Mezêxeran Mistefa Hebûb, pêşniyar kir ku di navbera şaredarî, sazî, meclisên taxan û hêzên ewlehiyê de hevkarî zêde bibe û serdanên komîteyên wê zêde bibin da ku xebateke bibandor were kirin.

Endamê Komîteya Yasayî ya Şaredariyê Manan Ebid rewşa karê şaredariyê nirxand û pêşniyar kir ku sîstema wê ya navxweyî li gorî daxwazên herêmî û pêdiviyên berdest ji nû ve were sazkirin.

(ac/fr)

ANHA