Konferansa Yekitiya Esnafan bi dawî bû

Konferansa damezrîner a Yekitiya Esnafan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hilbijartina hevserokan, meclisa giştî û gelek biryaran bi dawî bû.

Konferansa Yekitiya Esnafan bi dawî bû
Konferansa Yekitiya Esnafan bi dawî bû
Konferansa Yekitiya Esnafan bi dawî bû
Konferansa Yekitiya Esnafan bi dawî bû
Konferansa Yekitiya Esnafan bi dawî bû
5 mijdar, 2025   17:04
HESEKÊ

Konferansa damezirîner a Yekitiya Esnafan a bi dirûşma “Bi rêxistinkirina bazara civakî em civakeke demokratîk û azad ava bikin" li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê hat lidarxistin, bi dawî bû.

Di konferansê de nûnerên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û rêxistinên jinan, kesayetên olî, akademîsyen, nivîskar, hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed û metranê Cizîr û Firatê ê Suryanên Ortodoks Mar Morîs Emsîh amade bûn.

Di konferansê de hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed, hevserokê TEV-DEMˊê Ebduselam Mehmûd û hevseroka Konfedraliya Rêxistinên Civaka Demokratîk Nesrîn axivîn.

Dûre rapora 2 salan a yekitiyê hat xwendin, nîqaşên der barê rêziknameyê de, çawaniya pêşxistina yekitiyê hatin kirin.

Piştî erêkirina li ser rêziknameyê, hilbijartinên hevserokatiyê û meclisa giştî hatin kirin. Nezhan Mehmûd û Fikret Xelîl Ebdealo bûn hevserok û 10 endam ji bo Meclisa Giştî hatin hilbijartin.

Di dawiya nîqaşan de encanameyek hat dayîn û wiha ye:

Birêxistinkirina bazara xwecihî li gorî komîte û beşan ji komînan bigire heta bi kantonan.

Piştgiriya jin û ciwanan di pêşxistina beşdarî, avakirina aborî, geşepêşdan û pêkanîna xwetêrkirinê de.

Belavkirina çanda hişyarî û bexişandinê di nava tevahî civakê de.

Xebitîna li ser projeyên aborî yên dikevin xizmetî gel.

Temsîlkirina yekitiyê li pêş aliyên eleqedar ji bo misogeriya mafên karkeran û parastina wan.

Xebitîna li ser avakirina têkiliyên dîplomasî yên civakî di hundirê Sûriyeyê û derveyî wê de.

(fr)

ANHA