ˈÎdiayên wê Iraq neftê bide Sûriyeyê  ne rast inˈ

Wezareta Neftê ya Iraqê ragihand ku ji bo hinardekirina nefta xaf ya ji bo Sûriyeyê ti lihevkirinek nine  û nûçeyên belav dibin jî ne rast in.

ˈÎdiayên wê Iraq neftê bide Sûriyeyê  ne rast inˈ
6 ÇILE, 2025   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Neftê ya Iraqê der barê nûçeyên ku di demên dawî de dibêjin ‘Wê Iraq ji bo Sûriyeyê dest bi hinardekirina nefta xaf bike’ daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku hinek saziyên ragihandinê dibêjin, ‘Wê Iraqê dest bi hinardekirina nefta xaf ya bi Sûriyeyê re bike’, lê divê mijarê de ti lihevkirinek bi Sûriyeyê re nîn e.

Her wiha şirketa bazarkirinê ya petrola Iraqê ‘SOMO’ jî ragihand ku ji bo hinardekirina neftê ya ji bo Sûriyeyê, ti lihevkirinek bi Sûriyeyê re nîn e û nûçeyên divê mijarê de belav bûne jî, ji rastiyê dûr in.