Li Sûdanê êrişên hewayî: 10 kes hatin kuştin

Li başûrê paytexa Sûdan Xertûmê di êrişên hewayî de 10 kes hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.

Li Sûdanê êrişên hewayî: 10 kes hatin kuştin
6 ÇILE, 2025   09:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Rewşên Awarte ya başûrê Sûdanê ragihand ku stasyona tankeran a li başûrê Xertûmê 3 caran li pey hev hat bombebarankirin.

Li gorî Odeya Rewşên Awarte, di endama bombebaranê de 10 sivîl hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn, ji wan rewşa 5 birîndaran giran e.

Hate diyarkirin ku piraniya birîndaran rakirin Nexweşxaneya Beşaîr a 4 km dûrî cihê bûyerê ye.

Heya niha tu aliyekî ev êriş negirtiye ser xwe.

(bb)