Zivistanê êşên koçberên Efrînê zêde kirin

Êşên malbatên koçber ên ji kantona Efrîn û Şehbayê yên di kampên demkî yên li kantona Tebqayê de didomin, bi taybet digel vê zivistanê û barîna baranê.

12 sibat, 2025   19:53
TEBQA

Barana ku şeva duh li kantona Tebqayê bariye, êşên koçberên ji kantona Efrîn û Şehbayê yên di kampên demkî de dijîn zêde kir. Her wiha ji ber bayê gur ji eslî 964 konan, 150 kon xerab bûn û baran herikî nava konên din.

Ji vê sibehê ve, Komîteya Şaredariyê ya Meclisa Rêveberiya Koçberên Kantona Efrîn û Şehbayê bi alavan avê derdixin û dikişînin. Her wiha hin malbatên ku konên wan bi temamî hatine xerabkirin veguhastin dibistanên bajêr û li bendê ne ku konên nû û betanî werin peydakirin.

Li kantona Tebqayê nêzî 23 hezar û 20 malbatên koçber dimînin, li navendên demkî, dibistan û malan belav bûne.

(fr)

ANHA