Dagirkeran Eyn Îsa û gundekî Girê Spî kir armanc

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bajarê Eyn Îsayê bombebaran kir, hemwextî wê jî gundê Til Sewan ê Girê Spî hat topbarankirin.

Dagirkeran Eyn Îsa û gundekî Girê Spî kir armanc
12 sibat, 2025   18:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker bajarê Eyn Îsayê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku ajansa me wergirtine, di encama bombebaranê de zirarên madî çêbûn.

Hemwextî bombebarankirina Eyn Îsayê, dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran gundê Til Sewan ê gundearê rojavayê Girê Spî topbaran kir.

(fr)