Têkildarî rewşa Zanîngeha Rojava û perwerdeya kurdî civînek çapemeniyê pêk hat

Di civîneke çapemeniyê de siberoja Zanîngeha Rojava, entegrekirina fakulteyan di nava zanîngeha Hesekê de, qebûlkirina bawernameyên Rêveberiya Xweser, hevyazbariya zanîngehê, her wiha perwerdeya bi zimanê Kurdî, tevî rewşa dibistanên bizerar bûne û mijarên ku perwerdeyê eleqedar dikin, hatin şîrovekirin.

Têkildarî rewşa Zanîngeha Rojava û perwerdeya kurdî civînek çapemeniyê pêk hat
15 mijdar, 2026   17:41
HESEKÊ

Şêwirmendê wezîrê Perwerde û Fêrkirinê û endamê Meclisa Gel a Sûriyeyê Ehmed Murad bi armanca şîrovekirina dosyayên girêdayî Zanîngeha Rojava, makanîzmeya entegrekirina saziyên perwerdeyê, hevyazbariya zanîngehê, naskirina bawernameyên Rêveberiya Xweser, her wiha rewşa perwerdeyê, civînek çapemeniyê li avahiya Gerînendetiya Perwerde û Fêrkirinê ya Parêzgeha Hesekê li dar xist.

Ehmed Murad diyar kir ku formula dawîn a ku Komîteya Entegrasyonê bi Wezareta Xwendina Bilind re li ser li hev kiriye, amaje bi rawestandina hin peymangehên li zanîngeha Rojava dike û tevlênekirina wan di mufadeleya zanîngehê ya îsal de.

Murad anî ziman ku navê îdarî yê formulayê niha "Kompleksa Zanîngehên Qamişlo" ye û got, "Kompleks xwedî meclis û rêveberî ye. Lihevkirin bi Wezareta Xwendina Bilind re hatiye kirin ku rayeyên îdarî yên van fakulteyan di destê alîkarê serokê zanîngehê de bin."

Murad îşaret pê kir ku heta ku Zanîngeha Hesekê were avakirin, dê Zanîngeha Rojava wekî komplekseke xwedî taybetmendî bi awayekî demkî bi Zanîngeha Furatê ve were girêdan. Her wiha da zanîn ku hin fakulteyên Zanîngeha Rojava derbasî mufadeleya îsal nehat kirin, ev jî demkî ye û wiha domand: "Li ser vê mijarê lihevkirin bi Wezareta Xwendina Bilind re çêbûye ku tu pirsgirêkek çênebin. Xebat dê berdewam bike heta bigihîje formulek ku li gorî pîvanên teknîkî û teknolojîk be û bi binesaziyê û karmendên perwerdehî û teknîkî yên pêwîst ji bo berdewamiya pêvajoya perwerdehiyê ve girêdayî be. "

Li gorî Murad, tê payîn ku beş û zanîngehên girêdayî "Kompleksa Qamişlo" ji sala bê ve bibin beşek ji Zanîngeha Hesekê û di bin navê wê de bin.

Hevyazbariya Dagirtina Valahiyan

Der barê Hevyazbariya Dagirtina Valahiyan de jî Ehmed Murad got, 2 roj mane ku bi dawî bibe û got, wan ji Wezîrê Perwerdeya Bilind xwestine ku 2 rojên din zêde bikin.

Ehmed Murad destnîşan kir ku bawernameyên Rêvebreriya Xweser û mîna yên hikumetê hatine naskirin, lê  prosedurên teknîkî hin xebatan hewce dike, wekî wergerandina van belgeyan bo erebî ji bo hêsankirina danûstandina bi wan re ku demekê dirêj kir.

Alîkarê Wezîrê Perwerdeya Bilind Ehmed Murad destnîşan kir ku tevahî bawernameyên amadehî yên sala 2025-2026‘an ên Rêveberiya Xweser tevî sîstema hevyazbariya giştî hate kirin.

Murad ji xwendekarên ku navên wan di hevyazbariyê de derneketibe serî li wezaretê bidin û got, dibe ku ji ber pirsgirêkên teknîkî yên di qonaxa nû û rêkarên entegrasyonê de hin nav derneketibin.

Ehmed Murad destnîşan kir ku li Sûriyeyê sîstema hevyazbariya zanîngehê yek e û Hevyazbariya Dagirtina Valahiyan dê di nav 2 rojan de bi dawî bibe. Murad da zanîn ku xwendekarên ku di pêvajoya qebûlkirina giştî de nehatine tomarkirin dê ji pêvajoya qebûlkirina îsal werin derxistin, bawernameyên salên berê jî bi awayekî îstisna hatine qebûlkirin, yên bawernameyên xwendina navîn wergirtine û ji bo hevyazbariyê serlêdan nekirine dê di pêvajoyên qebûlkirina paşê de nikaribin di hevyazbariyê de sûdê ji bawernameyên xwe werbigirin.

PERWERDEYA KURDÎ

Murad bal kişand ser perwerdeya bi zimanê Kurdî jî û da zanîn ku wan li ser mijiara neşandina xwendekaran bo dibistanan civîneke bi beşdariya gerînendeyê Perwerdeyê yê Parêzgeha Hesekê li dar xist. Murad anî ziman ku wan deverên cuda ziyaret kirine û dixwazin peyamekê der barê rewşa perwerde û zimanê Kurdî de bighînin xwendekaran û malbatên wan.

Şêwirmendê wezîrê Perwerde û Fêrkirinê û endamê Meclisa Gel a Sûriyeyê Ehmed Murad perwerdeya bi Kurdî êdî bi 3 madeyan tenê ve sînordar nîn e wekî tê îdiakirin, lê li tevahî Sûriyeyê tê dayîn û da zanîn ku li Hema, Şam, gelek bajar û gundên din zimanê Kurdî tê dayîn û bûye zimanekî fermî.

Murad di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku 3 saet ji bo Kurdî li herêmên derveyî parêzgeha Hesekê û Efrînê ye, lê li Heseke, Efrîn û Kobanê xwendekar 3 saetan bi Kurdî dixwînin, her wiha çalakiyên ku di navbera yek û 2 saetan de bi Kurdî ne.

Murad destnîşan kir ku wan dîrok, erdnîgarî û felsefeyê yên di nav Wezareta Perwerdehiyê de wergerandine zimanê Kurdî û dê werin hînkirin. Murad li axaftina xwe zêde kir ku nîvê bernameya xwendinê bi pratîkî bi Kurdî tê hînkirin û ew dixwazin vê agahiyê bigihînin dê û bav û xwendekaran.

Der barê 3 saetên hînkirina bi zimanê Kurdî de, Murad got, ev nayê wê wateyê ku zimanê Kurdî wekî minhacekî yekgirtî were hînkirin, lê belê ji bilî rêziman, çalakiyan bi zimanê Kurdî ne.

Murad da zanîn ku bawernameyên bingehîn û amadehî dê îsal bi Kurdî li gorî minhacên Rêveberiya Xweser bin.

Murad îşaret pê kir ku hin malbat zarokên xwe naşînin dibistanan û got, dûrketina ji dibistanan ne di berjewendiyên tu kesî de ye û xwendekarên ji dibistanê derdikevin hem li ser asta siberoja xwe ya fêrbûnê û kar de zerarê dibînin.

Ehmed Murad bal kişand ser xwepêşandanên xwendekaran û got, mafên xwendekaran heye ku xwepêşandanan bikin û dozên xwe bînin ziman, lê divê ev yek piştî dewamê û bi awayekî şaristanî bê kirin, lê xwepêşandanên di demên perwerdeyê de nakeve berjewendiyên proseya perwerdeyê.

Der barê mamoste û xwendekarên hatine bidûrxistin de jî, Murad da zanîn ku Gerînendetiya Perwerdehiyê ya Parêzgeha Hesekê piştrast kir ku qanûn dê ji bo her mamosteyekî/ê ku ji kar dûr e were sepandin û got: "Mamosteyên ku piştî 16 rojan neçin kar li gorî qanûnê ji kar tên derxistin. Ji bo xwendekaran jî qanûn derbasdar e."

REWŞA DIBISTANÊN ZERARDÎTÎ

Murad behsa rewşa dibistanên zerardîtî bi taybetî yên li Zirganê ku xwendekar di nava kavilan de û li herêmên hîna mayîn lê hene kir û got: "Ev rewş pir giran e. Ne tenê li Zirganê wisa ye, li gelek deverên din ên herêmên Sûriyeyê rewşek bi vî rengî heye. Wezîrê Perwerde û Fêrkirinê niha bêtir giraniyê dide dabînkirina kursî, pirtûk û debreşikan (depan). Li gelek dibistanên Amûdê jî xebatên sererastkirinê têne kirin."

ANHA