Li Helebê ji ber teqîna bermahiyên şer zarokek mir

Li bajarokê Meirestet El Xan ê bakurê Helebê bombeyeke goşî ya ji bermahiyên şer teqiya. Di bûyerê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û birîndar jî hene.

Li Helebê ji ber teqîna bermahiyên şer zarokek mir
15 mijdar, 2026   22:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro, ji ber teqîna bombeyeke goşî ya ji bermahiyên şer li bajarokê Meirestet El Xan ê bakurê Helebê zarokekî jiyana xwe ji dest da, di heman demê de birîndariyên dîtir jî hene.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ji destpêka 2026’an ve di encama teqînên bermahiyên şer 289 kesan jiyana xwe ji dest daye û 489 kes jî birîndar bûne.

(f)