Partiya Kesk a Demokrat têkildarî rewşa Sûriyeyê û yekrêziya Kurd semînerek da

Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê destnîşan kir ku ji bo komîteya amadekar a yekrêziya Kurdî, rexmê beriya mehekê wan agahî daye ENKS’ê, lê heya niha wan tu bersiv nehatiye dayîn.

Partiya Kesk a Demokrat têkildarî rewşa Sûriyeyê û yekrêziya Kurd semînerek da
Partiya Kesk a Demokrat têkildarî rewşa Sûriyeyê û yekrêziya Kurd semînerek da
Partiya Kesk a Demokrat têkildarî rewşa Sûriyeyê û yekrêziya Kurd semînerek da
Partiya Kesk a Demokrat têkildarî rewşa Sûriyeyê û yekrêziya Kurd semînerek da
Partiya Kesk a Demokrat têkildarî rewşa Sûriyeyê û yekrêziya Kurd semînerek da
Partiya Kesk a Demokrat têkildarî rewşa Sûriyeyê û yekrêziya Kurd semînerek da
Partiya Kesk a Demokrat têkildarî rewşa Sûriyeyê û yekrêziya Kurd semînerek da
Partiya Kesk a Demokrat têkildarî rewşa Sûriyeyê û yekrêziya Kurd semînerek da
12 sibat, 2025   20:03
HESEKÊ

Partiya Kesk a Demokrat têkildarî geşedanên dawî yên li herêma Rojhilata Navîn, li navenda partiya xwe ya li taxa Nasira ya bajarê Hesekê semînerek da.

Endam û rêveberên Saziyên Civaka Sivîl, partiyên siyasî, kesayetên serbixwe û gelek kes tevlî semînerê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtin, Semîner ji aliyê Hevserokê Partiya Kesk a Demokrat Luqman Ehmê ve het dayîn.

Luqman Ehmê di semînerê de axivî û diyar kir ku sîstema cîhanê îro li ser esasê bazirganiyê hatiye avakirin û şerê ku li herêma Rojhilata Navîn jî li ser esasê avakirina rêyên nû yên bazirganiyê ne.

Luqman Ehmê bal kişand ser plan û pêkanînên li ser xaka Sûriyeyê û destnîşan kir ku piştî ku dewleta Tirk fêm kir li derveyî xetên bazirganiyê dimîne, ji bo vê jî ket nava hewldana têkbirina destkeftiyên gelê Kurd.

Luqman Ehmê di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku armanca dewleta Tirk dagirkirina Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bû, lê berxwedana Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) planên wê têk birin.

Ehmê bal kişand ser pêşeroja Sûriyeyê û gotÎ “Li pêşiya rêveberiya Colanî ku ji aliyê NATO û Îngîlîstanê ve tê birêvebirin du senaryo hene. Ya yekemîn ew e ku ji bo demokratîzekirina Sûriyeyê ye. Ya duyemîn jî, bi avakirina rêveberiya Colanî re zextê li ser Lûbnan, Iraq û welatê din yên Ereba bikin, e.”

Der barê hevdîtinên QSD’ê û HTŞ’ê de Ehmê anî ziman ku heya niha hevdîtin erênî ne û diyar kir ku lazime di warê siyasî de, Rêveberiya Xweser di rêveberiya Sûryeyê de cihê xwe bigire, lê heya niha di vî warî de HTŞ’ê bi awayekî taktîkî nêzî vê mijarê dibe.

Luqman Ehmê destnîşan kir ku di vê pêvajoya dîrokî de mijara yekrêziya Kurdî jî pirsgirêkek esasî ye û da zanîn ku rexmê ji bo yekrêziya Kurdî komîteyek hatiye avakirin, lê heya niha ji xeynî ENKS’ê hemû partiyên siyasî yên Kurdî cîh girtine.

Di dawiya axaftina xwe de Luqman Ehmê bal kişand ser helwesta ENKS’ê ya neyînî û got: “Ev mehek zêdetir e ENKS’ê hîna bersiva me nedaye û ev helwesta wê şaş e. Em van tiştan dibêjin bila di dîrokê de were nivîsandin, da ku her kes bizane kî nehate yekrêziya Kurdî.”

Semîner bi pirs û nirxandinan bi dawî bû.

(bm/fr)

ANHA