Dadgeha Dêrikê ji nû ve dest bi kar kir

Dadgeha Dêrikê di çarçoveya entegrekirinê de ji nû ve dest bi kar. Parêzerê giştî Xazî Şêx Îbrahîm anî ziman ku hemû dadgehan îro dest bi kar kiriye.

Dadgeha Dêrikê ji nû ve dest bi kar kir
16 mijdar, 2026   14:30
QAMIŞlO

Piştî entegrekirinê Dadgeha Dêrikê ya herêma Cizîrê ji nû ve dest bi kar kir.

Parêzerê giştî yê dadgehê Xazî Şêx Îbrahîm, dozger û berpirsê komîteya entegrekirina dozger û parêzeran Şêrwan Lalî serdana Dadgeha Dêrikê kir.

Gerînendeyê herêma Dêrikê Şêro Şero, Xazî Îbrahîm, Şêrwan Lalî, dozger û parêzer pêşwazî kirin.

Îbrahîm anî ziman ku îro (duşem) dê hemû dadgeh ji nû ve dest bi karê xwe bikin û dozên welatiyan bi rê ve bibin.

(np)

ANHA