Zeydî: Ji bo vekişîna hêzên Tirk ji Iraqê di nava dan û standinê ne

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî ragihand ku heta meha Hezîrana 2027’an tevayî çekên komên çekdar werin komkirin û çek tenê di destê dewletê de bimîne. Her wiha eşkere kir ku ji bo vekişîna leşkerên Tirk ji nava xaka Iraqê, ew li gel Tirkiyeyê di nava danûstandinan de ne.

Zeydî: Ji bo vekişîna hêzên Tirk ji Iraqê di nava dan û standinê ne
22 îlon, 2026   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî têkildarî rewşa Iraqê, vekişîna hêzên hevpeyman û leşkerên Tirk ya ji nav xaka Iraqê, ji rojnameya New York Times re axivî.

Elî Zeydî di derbarê kontrolkirina çekên komên çekdar yên Iraqê de got: “Mijara çekên komên çekdar ne mijareke dilxwaziye, belkû neçariye. Ji bo min ev mijar li gel mijara gendeliyê mijareke şerefê ye. Beriya her tiştî divê çek tenê di destê dewletê de be daku bikare aboriyek bihêz avabike.”

Her wiha Zeydî da diyarkirin ku wê di 30’yê Îlonê de li gel bi dawîbûna vekişîna hêzên Amerîka ya ji Iraqê, ewê xalên peymana bêçekkirinê jî ragihînin û wê plan jî qonax bi qonax be.

Zeydî li ser heman xalên peymana bêçekkirinê ev agahî parve kir: “Wê despêkê 90 roj dem were diyarkirin ku komên çekdar êriş nekin û li beramber de jî Amerîka wan bombebaran neke. Piştre wê qonaxa radestkirina çekan despê bike. Divê heta 30’yê Hezîrana 2027’an temam bibe. Lê komên çekdar daxaz kirine ku ev dem heta dawiya 2027’an bê dirêjkirin.

Ev kom wê ne xwediyê statuyek serbixwe bin, wê endamên wan wek kesî bikevin nava hêzên Heşda Şeebî û têkel bibin. Piştî dema hatî diyarkirin temam bû, her kes û aliyek dibin navê komên çekdar de bimîne, wê wek komên li dervey yasayê û qedexekirî werin hesibandin.”

Elî Zeydî têkildarî vekişîna hêzên artêşa Tirk a ji nava sinorên Herêma Kurdistan û Iraqê jî got: “Ji bo em li ser vekişîna hêzên Tirkiye ji nava xaka Iraqê lihev bikin, li gel hikûmeta Enqereyê di nava danûstandinan de ne.”

Têkildarî bandorên aborî yên şerê navbera Amerîka û Îranyên li ser Iraqê jî Elî Zeydî got: “Ji ber girtina Tengava Hurmizê ya ji aliyê Tehranê ve, Iraq ji sedî 60’ê dahata hinardeya mehane ya neftê ji dest daye. Ziyana vê jî bi giştî gihiştiye nêzî 60 milyar dolar.”