Li dibistanê êrişa çekdarî: Xwendekarek jiyana xwe ji dest da

Di êrişa çekdarî ya li ser dibistaneke li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê a Tirkiyeyê de xwendekarekî jiyana xwe ji dest da û 4 xwendekar jî birîndar bûn.

Li dibistanê êrişa çekdarî: Xwendekarek jiyana xwe ji dest da
22 îlon, 2026   10:20
NAVANDA NÛÇEYAN

Li Lîseya Teknîkî û Pîşeyî ya Anadolû Înce Uzmez a li navçeya Tûrgûtlû ya Manîsayê Tikiyeyê êrişeke çekdarî pêk hat. Li gorî agahiyên ewil, kesekî gumanbar li ber dibistanê bi sedemeke ku hê nayê zanîn bi çekê li derdorê reşand. 

Şaredarê Tûrgûtlûyê Çetîn Akin derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: “Di encama êrişa kesekî çekdar de xwendekarekî me jiyana xwe ji dest da. 4 xwendekarên me jî birîndar bûn.”

Walîtiya Manîsayê hîn daxuyaniyeke fermî nedaye.