Îsraîl derbasî gundewarê Quneytrayê bû û derdor topbaran kir

Hêzeke Îsraîlê derbasî gundewarê başûrê Quneytrayê bû û li malên El Refîd lêgerîn pêk anî, derdora gundên Abidîn û Cumlê jî topbaran kir.

Îsraîl derbasî gundewarê Quneytrayê bû û derdor topbaran kir
22 îlon, 2026   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê ajansa me diyar kir ku çavkaniyan da zanîn ku dewrîyeke girêdayî artêşa Îsraîl li nêzî xala hêzên Neteweyên Yekbûyî (NY) derbasî taxa rojavayê gundê El Refîd ê gundewarê başûrê Quneytrayê bû, li hejmarek ji malên sivîlan lêgerîn pêk anî û li herêmê ti kes nehate girtin. 

Piştî danê êrvanê Hêzên Îsraîlê derdora gundê Abidîn û Cumlê topbaran kir, 2 obus li taxa rojavayê Abidîn ketin, di encamê de malên sivîlan zirar dîtin, pê re 4 bombeyên çirayî hatin avêtin.

(sb)

ANHA