Zelensky mercên plana aştiyê diyar kirin

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku divê planeke aştiyê ji bo bidawîkirina şerê bi Rûsyayê re ji hêla Ukrayna, Rûsya, DYA û Ewropayê ve were îmzekirin, her wiha divê girbesta 6 rojan were ragihandin û referandumeke navxweyî were çêkirin.

Zelensky mercên plana aştiyê diyar kirin
29 kanûn, 2025   15:29
NAVENDA NÛÇEYA

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro ragihand ku çi planeke ji bo bidawîkirina şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de divê ji hêla Kîev, Moskov, Washingtonê û welatên Ewropayê ve were îmzekirin.

Zelensky di civîneke çapemeniyê de got: "Ger em pêşve biçin û em hêvî dikin ku zû pêşve biçin, divê planeke ji 20 xalan ku îmzeyên çar aliyan li ser be, hebe; Ukrayna, Ewropa, DYA û Rûsya."

Zelensky got divê plana pêşniyarkirî ya bidawîkirina şer li Ukraynayê ji bo referandumekê were pêşkêşkirin,û agirbesteke herî kêm 60 rojan pêwîst e da ku referandum bi ewlehî were lidarxistin.

Li alieykî din Kremlînê îro ragihand ku ew bi serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump re hevnêrîn in ku dan û standinên ji bo bidawîanîna şerê li Ukraynayê di qonaxa xwe ya dawîn de ne.

(k)