Tayland: Kamboçya agirbestê binpê dike

Taylandê ragihand ku Kamboçyayê zêdetirî 250 dron li ser axa wê gerandine û jê xwest li gorî lihevkirina agirbestê tev bigere.

Tayland: Kamboçya agirbestê binpê dike
29 kanûn, 2025   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Taylandê ragihand ku Kamboçyayê agirbesta roja Şemiyê ya borî hatibû ragihandin, binpê dike û daxuyand ku Kamboçyayê zêdetirî 250 dron li ser wê gerandine.

Artêşa Taylandê bi daxuyaniyekê ev agahî parve kirin: “Di şeva Yekşemê de ji aliyê Kamboçyayê zêdetirî 250 balafirên bêmirov hatine tespîtkirin ku di qada hewayî ya Taylandê re derbas dibin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Kiryarên wiha provokasyon û binpêkirina agirbesta di navbera her du welatan de ye.”

Taylandê bang li rayedarên Kamboçyayê kir ku li gorî peymana agirbestê tev bigerin.

Piştî şerên giran ên li ser sînorê her du welat ku çend hefteyan dewam kir û di encamê de windahiyên çandî û madî yên her du aliyan çêbûbûn, roja şemiya borî her du welatan agirbest îlan kiribû.

(b)