Zelensky: Di êrişa Rûsyayê de 18 kes hatin kuştin

Zelensky ragihand ku di bombebarana Rûsyayê ya li ser gundekî herêma Zaporizhzhia de 18 kes hatine kuştin.

Zelensky: Di êrişa Rûsyayê de 18 kes hatin kuştin
2 mijdar, 2026   22:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky  ragihand ku di êrişa hewayî ya Rûsyayê ya li ser gundekî herêma Zaporizhzhia ya li başûrê rojhilatê Ukraynayê de, herî kêm 18 kes hatine kuştin.

Zelensky di peyameke xwe ya li ser medyaya civakî de diyar kir ku gund ji saetên sibehê ve tê bombebarankirin û destnîşan kir ku yek ji êrişan dibistaneke ku ji bo alîkariyên mirovî dihat bikaranîn kir armanc.

Zelensky anî ziman ku hejmara destpêkê ya kuştiyan 18 kes e  û got tevî ku hefteya borî agirbesteke herêmî hatibû ragihandin ku ev êriş hêviyên aştiyê ji holê radikin.

Zelensky ev êriş wekî dijberiyeke rasterast a hewldanên kêmkirina aloziyê bi nav kir û got, Moskov hilbijartiye ku êrişên leşkerî berdewam bike û bibe sedema kuştinên zêde.

(f)