Ezmûna hilberandina fîlman a Rojava hate nîqaşkirin

Di Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya Rojavayê Kurdistanê ya 6’emîn de Sîna Jin tecrubeya sînemayê ya li Rojavayê Kurdistanê nirxand.

14 mijdar, 2026   15:41
QAMIŞLO

Sîna Jin li navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê civîn li dar xist. Xebatkarên Sîna Jin, lîstikvan, hilberîner, mêvan û gelek xwendekarên Fakulteya Çand û Hunerê tev li civînê bûn.

Di civînê de 3 fîlm (Xelkê li Banî, Li vir li Şamê, Makîneya El Ezbai) hatin pêşkêşkirin. Piştî wê sînemager Saşa Eyûb axivî.

Saşa Eyûb destpêka tecrubeya ‘Stories Film Lab’ û mekanîzmayên hilberandina fîlman pêşkêş kir. Saşa Eyûb anî ziman ku vê tecrubeyê di destpêke de zehmetî dîtiye, bi taybet di aliyê darayî û aborî ve zehmetî dîtiye û ev pirsgirêk li ber projeyên sînemayî û berdewamkirina wê dibe asteng.

`Stories Film Lab` bernameyeke sînemayî ye, li Sûriyeyê destekê dide sînemayê, perspektîfê dide û perwerde dike. Saşa Eyûb jî rêvebera bernameyê ye.

Piştî ku Saşa Eyûb axaftina xwe bi dawî kir, beşdarên civînê jî nêrînên xwe li ser rewşa sînemayê anîn ziman.

(np)

ANHA