Parêzgarê Hesekê û şandeyeke kesayetên civakî rewşa xizmetguzarî nîqaş kir

Parêzgarê Hesekê bi şandeyek kesayetên civakî re pirsgirêkên civakî û xizmetguzarî, rêbazên xurtkirina tevkariyê ji bo başkirina xizmetan nîqaş kirin.

Parêzgarê Hesekê û şandeyeke kesayetên civakî rewşa xizmetguzarî nîqaş kir
11 cotmeh, 2026   23:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgarê parêzgeha Hesekê Nûreddîn Ehmed, pêşwaziya şandeyek ji kesayetên civakî kir.

 Di civînê de, li ser mijarên sereke yên xizmetguzarî û civakî hat nîqaşkirin û li ser awayên xurtkirina hevkarî û hevrêziyê ji bo bersivdana pêdiviyên welatiyan û baştirkirina rewşa xizmetguzariyê hate rawestan.