Yekitiya Wênekêşan amadekariya mîhrîcana duyemîn dike

Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê amadekariyê dike ku Mîhrîcana Wênekêşên Fotografiyê ya 2`yemîn 20`ê Hezîranê li dar bixe.

Yekitiya Wênekêşan amadekariya mîhrîcana duyemîn dike
Yekitiya Wênekêşan amadekariya mîhrîcana duyemîn dike
Yekitiya Wênekêşan amadekariya mîhrîcana duyemîn dike
16 hezîran, 2026   07:45
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê Mîhrîcana Wênekêşên Fotografiyê ya 2`yemîn dê 20-21`ê Hezîranê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li dar bixe. Di mîhrîcanê de dê 135 fotografên wênekêş û rojnamevanan bên pêşandan. 

Der bare amadekariyên mîhrîcanê de hevserokê Yekitiya Wênekêşên Fotografiyê ya Sûriyeyê Ehmed Mardenlî ji ajansa me re axivî û got: “Wênekêş ji Rojava, bajarê Helebê, Bakur û Başûrê Kurdistanê tev li mîhrîcanê dibin. Derdora 47 wênekêş ji Rojava û Heleb xwest tev li mîhrîcanê bibin, me wêneyên 36 wênekêşan qebûl kirin. Ji Bakur û Başûrê Kurdistanê jî 13 wênekêşan xwest tev lê bibin, ji wan me wêneyên 10 wênekêşan qebûl kirin.”

Mardenlî got wan hewl da ye ku wênekêş ji herêmên dîtir ên Sûriyeyê jî tev lê bibin û wiha pê de çû: "Lê wan ji ber şert û mercên herêmên xwe nikarî tev li mîhrîcanê bibin. Di mîhrîcana yekem de wênekêş ji Şam, Heleb û Laziqiyê tev lê bûbûn.”

Mardenlî ji bo şertên tevlêbûna mîhrîcanê got: "Divê çawaniya wêneyan baş be û peyameke xurt di tê de hebe."

XELATÊN MÎHRÎCANÊ

Ji bo belavkirina xelatan jî Mardenlî wiha axivî: "Îsal xelatên mîhrîcanê bi navê şehîd Seyîd Evran û li ser du beşan tên belavkirin. Beşa yekem wênekêşên Rojava ne û beşa duyem wênekêşên derve ne. 4 xelat (2 xelat ji bo çîrokên wêneyî û 2 xelat ji bo wêneyên herî baş) dê werin dayîn."

Şehîd Seyîd Evren di perwerdekirina rojnamevanên Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kedeke mezin daye û 22`yê Îlonê 2023`yan şehîd bû û li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo spartine axê.

Her wiha di mîhrîcanê de dê pêşangeha kamereyên kevn hebe û piştî ku mîhrîcan bi dawî bibe dê ji bo wênekêşan panelek were lidarxistin.

Mîhrîcana yekemîn sala 2024`an hate lidarxistin û ya duyemîn jî ji ber şert û mercên Sûriyeyê hatibû taloqkirin.

(np)

ANHA