Civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî bi dawî bû

Civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) ku bi Serokiya Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan civiya bi dawî bû. Di civîna ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî hat nîqaşkirin.

Civîna Desteya Ewlehiya Neteweyî bi dawî bû
26 mijdar, 2026   19:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bi Serokiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Qesra Serokkomariyê civiya. Di civîna 2 seatan domiya de pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, geşedanên Hurmuzê û şerê di navbera Amerîka û Îranê de, pirsgirêka Xezayê, şerê Rûsya û Ukraynayê û gelek mijar hatin nîqaşkirin. Wezareta Ragihandinê tekildarî civînê daxuyaniyeke ku ji 9 xalan pêk tê ragihand.

Daxuyanî wiha ye:

 “*Desteya me der barê têkoşîna li dijî PKK/KCK-PYD, FETO û DAIŞ'ê û tekildarî geşedanên dawî de hatiye agahdarkirin.

*Pêvajo û pêşveçûnên tekildarî qanûna çarçoveyî hatiye ragihandin û hatiye destnîşankirin ku xebatên ji bo qanûn dê bi biryardarî bê domandin.

*Merhaleya têkoşîna li dijî sûcên organize hatiye destgirtin.

*Girîngiya hevkariya bi cîranên Sûriyeyê û Iraqê hatiye destnîşankirin.

*Hatiye destnîşankirin ku Tirkiyeyê dê di meseleya Deryaya Ege û Rojhilatê Akdenîze de helwesta dîalogê biparêze.

*Tekiliya Azerbeycan û Tirkiyeyê bê pêşevebirin.

*Ji bo destwerdanên Îsraîlê li ser Filistîn, Lubnan û Sûriyeyê bang li hemû aktoran hatiye kirin ku helwesteke bi biryar bigirin.

*Şerê Rûsya/Ukrayna û DYA/Îranê hatiye destgirtin

*Hevkariya Libya û Tirkiyeyê hatiye nirxandin."