Cotkar: Hikumetê dereng buhayê pembû diyar kir

Cotkarên Til Temirê buhayê pembû yê Wezareta Çandiniyê ya hikumeta veguhêz diyar kiriye, rexne kir.

Cotkar: Hikumetê dereng buhayê pembû diyar kir
26 mijdar, 2026   06:26
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Wezareta Çandiniyê ya hikumeta veguhêz dê kîloyeke pembû bi sed lîreya nû yê Sûriyeyê ji cotkaran bikire. Cotkaran li hember vê biryarê nerazîbûna xwe anî ziman. 

Cotkar Ferhad Hemo anî ziman ku hikumetê dereng buhayê pembû diyar kiriye. Lêçûnên çandinî û çinîna pembû biha bûn û hikumetê ne li gorî vê yekê buhayê pembû diyar kiriye. Wan tenê ji bo çinîna pembû 250-300 dolar dane karkeran. Mazot jî biha bû û lîtreya wê bi 175 lîreya nû bû. Çandinî li wan zehmet bûye û ew nikarin lêçûnên çandiniyê bidin.

Hesen Mihemed Osê got hikumet dereng maye û wan pembûyê xwe firotiye bazirganan. Toneke pembû bi 6 milyonan firotine bazirganan. Hikumetê nû buhayê pembû diyar kiriye û tonekê bi 10 milyonan dê bikire.

Osê anî ziman ku bazirganan pembû erzan ji cotkaran kiriye û vê yekê ziyan daye cotkaran. Cotkar neçar bûn ku pembû zû bifiroşin û amadekariya demsala çandiniyê bikin. Ew nikarin li benda hikumetê bimînin heyanî ku pereyên wan bide.

(np)

ANHA