ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 27-11-2026
27 mijdar, 2026   02:00

PKK`ê ji destpêka avakirine heyanî lidarxistina kongreyê 12`emîn ji aliyê siyasî, leşkerî û fikrî ve gelek guhertin pêk anî. Ji bo hebûna gelê Kurd têkoşîneke neteweyî û şoreşgerî bi rê ve bir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Daxwaza şîrketa Sham Cash a belgekirina hesaban, netemamkirina tomarkirinê bi awayekî elektronîk û bendewariya bi saetan a ji bo qeydkirinê, bûye sedema gazincan û têkildarî daneyên kesayetî û mekanîzmaya parastina wan metirsî hene.

Xwendekarên Hesekê daxwaz kir ku perwerdeya kurdî di destûra Sûriyeyê de bê qebûlkirin û zimanê kurdî neyê sînordarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Biryarên dawîn ên hikumeta Iraqê vê pirsê bi bîr dixe; “gelo Bexda dixwaze desthilata xwe li ser dosyayên aborî û ewlehî ferz bike ku ji sala 2005`an ve bi Başûrê Kurdistanê re bûne mijara nakokiyê, yan di pêşbirka serdestiyê ya DYA û Îranê de ji bo vesazkirina hevsengiya hêzan li bergiriyan digere? ”

Parêzer Ahîna Xelîl destnîşan kir ku qanûn li ber têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan dibe asteng û divê mekanîzmayên parastina jinan bên dabînkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Li gundewarên Til Temirê û Zirganê ji ber teqîna mayinan û bermahiyên şer di 3 mehan de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 30 kes jî birîndar bûn.

Berpirsên partiyên siyasî yên Kurdan ên li Rojava girêdayî gefên li ser Başûrê Kurdistanê diyar kir ku “Planeke qirêjî li ser tevahî Kurdistanê heye, kongreya neteweyî demildest pêwîst e û dê li pêşiya gefên li ser tevahî Kurdistanê bide mertal.'' (BI WÊNE Û DÎMEN)