Şêniyên Girkê Legê: Naskirina mafên Kurdan yekitî û pirrengiya Sûriyeyê xurt dike 

Şêniyên bajarê Girkê Legê diyar kir ku naskirin mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de û bicihanîna wan mîsogeriya edalet û wekheviyê ye, di heman demê de dê yekitî û pirrengiya li welat xurt bike. 

Şêniyên Girkê Legê: Naskirina mafên Kurdan yekitî û pirrengiya Sûriyeyê xurt dike 
16 hezîran, 2026   02:35
QAMIŞLO
KINAN EL SEYID

Têkoşîna gelê Rojava ya siyasî û qanûnî didome û daxwaz dikin di destûrê Sûriyeyê de bi qanûnî werin naskirin û mîsogeriya mafên wan bidin.

Beyan Hesen ê ji bajarê Girke Legê got: "Gelê Kurd neteweyeke kevnar a Sûriyeyê ye, mafê Kurdan heye ku hiqûqa wan a çandî, ziman û neteweyî di destûrê de were misogerkirin. Gelê Kurd li hemberî DAIŞ`ê şer kir û ji bo ewlehî û aramiya Sûriyeyê bi hezaran şehîd dan. Niha jî ji bo azadî, aştî û jiyana hevbeş tê dikoşin."

Xalîse Xelef anî ziman ji bo Sûriyeyeke demokratîk were avakirin garantiya qanûnî şert e û wiha axivî: "Gelê Kurd hêza parastina Sûriyeyê bû. Sûriye ji çeteyan parast. Divê bêyî ku cudahiyê bixin navbera pêkhateyan, di destûrê de mafên wan bidin. Divê gelê Kurd bi zimanê xwe bixwîne û çanda xwe biparêze."

Xalid Osman diyar kir ku gelê Kurd yek ji pêkhateyên kevnar ên Sûriyeyê ye û wiha lê zêde kir: "Ji bo ku aramî li Sûriyeyê çêbe şert e mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê qanûnî bin. Nabe ku li Sûriyeyê pêkhate werin paşguhkirin."

(np)

ANHA