DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin

Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê banga parastina statuya destûrî ya Herêma Başûrê Kurdistanê kir û diyar kir ku pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de ne bi biryara yek alî, divê bi rêya diyalog û muzakereyê bê çareserkirin.

DEM Partî: Divê statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê were parastin
26 mijdar, 2026   22:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), der barê statuya destûrî ya rêveberiya Başûrê Kurdistanê û geşedanên heyî yên li herêmê, daxuyanî da.

Daxuyaniya Desteya Rêveberiya Navendî wiha ye: “Statuya rewa, qanûnî û demokratîk a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji aliyê Makezagona Iraqa Federal ve di 2005'an de hatiye misogerkirin, encama destkeftiyên dîrokî û îradeya demokratîk a gelê Kurd û hemû pêkhateyên herêmê ye. Parastin û xurtkirina vê statuyê ne tenê ji bo gelê Kurd, di heman demê de ji bo aştiya civakî, aramiya siyasî û siberoja demokratîk a Iraqê jî pir girîng e.

Aloziya ku di rojên dawî de li ser rêveberiya deriyên sînor û çavkaniyên enerjiyê zêde bûye, careke din hesasiyeta rêgezên federalîzmê û hevsengiyên makezagonî derxistiye holê. Nakokiyên îdarî, aborî û hiqûqî yên ku di navbera Bexda û Hikûmeta Herêmê de derdikevin, bi biryarên yekalî, bi gotinên ku aloziyê zêde dikin an jî bi nêzîkatiyên mîlîtarîst çareser nabin, di çarçoveya makezagonî de bi rêya diyalog û danûstendinê dikarin bên çareserkirin. Rêya çareseriya mayînde ew e ku Rêveberiya Iraqê ya Federal, mafên rewa yên gelê Kurd nas bike û bi aqilê hevpar tev bigere.

Digel vê yekê pir girîng e ku hemû aktorên siyasî û saziyên li Herêma Kurdistanê di vê pêvajoya krîtîk de lihevkirina demokratîk bingeh bigirin, bi rêya danûstendinê pirsgirêkan çareser bikin û yekitiya civakî û xebitîna saziyan xurt bikin.

Weke DEM Partiyê, em piştgiriyê didin ku statuya makezagonî û destkeftiyên gelê Kurd bên parastin û hemû pirsgirêk bi rêya danûstendinên aştiyane û demokratîk bên çareserkirin. Helwesta ku maf û îradeyan li ser bingeha rêzgirtina hevbeş diparêze, dê hem ji bo demokratîkbûna Iraqê û hem jî ji bo aştî û aramiya herêmî tevkariya herî xurt bike.”