Yekitiya Bijîşkên Rojava beşdarî Konfernasa Komeleya Tibî ya Cîhanî bû

Nûnerê Yekitiya Bijîşkên Rojava beşdarî Konferansa Komeleya Tibî ya Cîhanî (WMA) bû, ji bo bijîşkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gaveke nû ye.

Yekitiya Bijîşkên Rojava beşdarî Konfernasa Komeleya Tibî ya Cîhanî bû
Yekitiya Bijîşkên Rojava beşdarî Konfernasa Komeleya Tibî ya Cîhanî bû
Yekitiya Bijîşkên Rojava beşdarî Konfernasa Komeleya Tibî ya Cîhanî bû
Yekitiya Bijîşkên Rojava beşdarî Konfernasa Komeleya Tibî ya Cîhanî bû
Yekitiya Bijîşkên Rojava beşdarî Konfernasa Komeleya Tibî ya Cîhanî bû
Yekitiya Bijîşkên Rojava beşdarî Konfernasa Komeleya Tibî ya Cîhanî bû
8 cotmeh, 2025   18:50
QAMIŞLO

Yekitiya Bijşîkên Rojava îro (8 Cotmeh 2025) beşdarî Konferansa Komeleya Tibî ya Cîhanî (World Medical Association -WMA) ku îro li bajarê Borto ya Portekîzê (Portugal) ya Ewropayê dest pê kiriye bû.

Yekemîn car e, Berpirsê Têkiliyên Giştî yên Yekitiyên Tibî wekî Nûnerê Yekitiya Bijîşkên a Rojava Diyar Reşo beşdarî konfersê bûye. Ji zêdetirî 100 dewletan nûner beşdarî konferansê bûne.

Ev beşdarbûn ji bo ku Yekitiya Bijîşkên Rojava dengê bijîşkên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bigihîne aliyên navneteweyî gaveke girîng e. 

Konferans îro dest pê kir, dê heta 11`ê Cotmehê bidome.

Komeleya Tibî ya Cîhanê (WMA) rêxistineke navneteweyî ye sala 1947`an hatiye damezrandin, ji 110 dewletan zêdetirî 10 mîlyon bijîşk cihê xwe tê de digirin. Ew bi armanca pêşxistina pîşeya tibî, parastina mafê bijîşk û nexweşan, her wiha piştgiriya navneteweyî ji bo qada tenduristiyê hatiye avakirin.

(sb/fr)

ANHA