Xwendekarên Binarê Qendîlê û xelkê Warmawa yên Başûrê piştevanî da Rojava

Li Dibistana Alaya Reş a Binarê Qendîlê xwendekarên keç bi hûnandina keziyan û li Şarezûr û Warmawa bi komkirina alîkariyan, piştevaniyê didin Rojavayê Kurdistanê.

Xwendekarên Binarê Qendîlê û xelkê Warmawa yên Başûrê piştevanî da Rojava
28 ÇILE, 2026   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekarên keç ên Dibistana Alaya Reş a Binarê Qendîlê bi hûnandina keziyên hev du piştevanî da Rojava, di heman demê de kampanyaya komkirina alîkariyan li Şarezûr û Warmawa ji bo Rojava dewam dike.

BINARÊ QENDÎLÊ

Li Dibistana Alaya Reş a Binarê Qendîlê, xwendevanên keç bi hûnandina keziyên xwe piştgirî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê. Rêveberê Perwerdeya Pişderê jî got; “Dîrokê îspat kiriye ku dagirker nikarin îradeya gelê Kurd bişkînin.”

Li Dibistana Alaya Reş ya Binarê Qendîlê bi boneya piştgiriya ji berxwedana Rojavayê Kurdistanê re îro dibistan bi alaya Herêma Kurdistanê hat xemilandin, xwendevanên keç jî bi lixwekirina cil û bergên Kurdî û hûnandina keziyên xwe piştgirî dan berxwedana gel û şervanên Rojavayê Kurdistanê.

Keçên dibistanê wek piştgiriya ji bo şervanên jin porê hevdu kirin kezî û dan diyarkirin kirin ew bi qasî her mûyek yê pora xwe piştgiriyê didin berxwedana şervanên jin, hemû şervanan û gelê Rojavayê Kurdistanê.

WARMAWA

Li Şarezûr û Warmawa kampanyayên berhevkirina alîkariyê didomin. Organîzerên kampanyayan gotin; “Ev erkekî pîroz yê netewî ye ku em bikaribin bi vê rêyê alîkariya gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê bikin.”

Li nav sûka bajarokê Warmawa çalakvan û welatiyên bajarok weke erkekê netewî û nîştimanî kampanyaya komkirina pêdiviyên weke xwarin, cil û berg û pêdiviyên din yên lezgîn ragihandin. Kampanya alîkariyê berdewam dike.

Çalakvan Sefer Ewberî têkildarî kampanyayê ji ajansa me re axivî û ev tişt got; “Em sê rojin bi hevkariya aliyên peywendîdar û çend xêrxwazên li devera Warmawa û Şarezûrê kampanyayek ji bo Rojavayê Kurdistanê daye destpêkirin. Ev karekî netewî yê pîroz e ku li her çar aliyên Kurdistanê tê kirin."