Kaya Kallas: Ewropa êdî navenda giraniya Washingtonê nîn e

Berpirsa siyaseta deve ya YEˊyê Kaya Kallas diyar kir ku êdî Ewropa navenda giraniya serokê DYAˊyê nîn e û got ev guhertin stratejîk û daîmî ye.

Kaya Kallas: Ewropa êdî navenda giraniya Washingtonê nîn e
28 ÇILE, 2026   18:04
NAVENDA NÛÇEYAHN

Berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê (YE) Kaya Kallas îro ragihand ku Ewropa êdî navenda sereke ya giraniya Washingtonê nîn e û ev guhertin avahîsazî ye, ne demkî ye, ji ber ku serokên Ewropî hewl didin ku xwe li gorî nêzîkatiya serokê Amerîkayê Donald Trump a li hember têkiliyên Oqyanûsa Atlantîk biguncînin.

Kaya di konferansa salane ya Wekaleta Parastinê ya Ewropayê de diyar kir ku YEˊyê hîna hewl dide têkiliyên bi rêya Atlantîkê bi pêş bixe û hevalbendê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bimîne, lê di heman demê de divê Ewropa xwe li gorî rewşa nû adapte bike.

(fr)