Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê

Bi PKK’ê re jinên Kurd azadiya ku bi hezaran sal bû lê digeriyan, dît û li ser vê bingehê yekem partiya siyasî ya jinan, artêşa jinan, bi sedan rêxistinên jinan, zanista jinan “jineolojî” ava kirin û îro ji jinên cîhanê re bûne pêşeng.

Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
Têkoşîna jinên Kurd; ji şoreşa azadiyê heta jineolojiyê
30 mijdar, 2025   05:10
NAVENDA NÛÇEYAN
BERÎTAN ÎRLAN

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ku Rêber Abdullah Ocalan wek partiya jinan pênase dike, jinên Kurd ên di dîrokê de li dijî zilmê her tim li ber xwe daye, li dora xwe kom kirin. Di kongreya damezirandina PKK’ê de jinan cihê xwe girt, di pêvajoyên herî girîng ên têkoşîna azadiya Kurdan de rolê pêşeng lîst. 

Tevgera jinên Kurd di dîrokê de mohra xwe li gelek destpêkan da; yekemîn partiya siyasî ya jinan, yekemîn artêşbûna jinan ava kir. Li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên tevayî cîhan ji tirsa wan dilerizî, bûn senger, li ser bingeha zanista jinan “jineolojiyê” jinên cîhanê xistin nava lêgerîneke kûr û bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” ev têkoşîn kir malê tevahî jinên cîhanê.

KOMA KEÇIKAN A 1976’AN

Piştî sala 1974’an keçikên şoreşger ên ku cihê xwe di pêvajoya koma PKK’ê de girt, beşdarî xebatên birêxistinkirin, perwerde û propagandayê bûn. Ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve wek koma keçikan tê binavkirin. Koma keçikan di nava gel de xebatên pir girîng didin meşandin. Li bajarên wekî Dêrsim, Elazîz, Mereş, Dîlok, Çewlik, Gimgim, Riha, herêma Serhedê, Enqere û gelek bajar û gundan xebatên birêxistinkirin û perwerdeyê dan meşandin. Bi taybet li bajarên Kurdistanê û gundewarên wê jinên ku cihên ku di fabrîqeyan de kar dikin, ji bo wan bi rêxistin bikin û bi pêşxistina fikrî de xebat dane meşandin.

26-27 MIJDARA 1978’AN: DAMEZIRANDINA PKK’Ê

Li gundê Fîsê yê Licê ya Amedê bi kongreyekê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hat damezirandin. 25 delege tên diyarkirin ji bo beşdarî kongreyê bibin, lê 22 delege beşdar dibin. Di yekemîn kongreya PKK’ê de 2 delegeyên jin; Sakîne Cansiz û Kesîre Yildirim amade bûn.

Piştra jî Sakîne Karakoçan, Besê Anuş, Sultan Yavuz, Rahîme Kahraman, Hanim Yaverkaya, Sakîne Kirmizitoprak, Saîme Aşkin û bi hezaran jin bi PKK’ê re ji bo azadiyê tê koşiyan û di warê civakî, rêxistinî û siyasî de xwe bi rêxistin kir.

Sakîne Cansiz li dijî êriş, îşkenceya derbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an û hişmendiyên baviksalar ên di nava PKK’ê de sekneke berxwedêr nîşan da. Vê seknê hêzeke mezin da jinên Kurd û ruhê berxwedêr ê jinan derxist holê. Heta sala 1986’an bi sedan jin beşdarî PKK’ê bûn.

BIRÊXISTINBÛNA JINAN: YJWK

Di kongreya sêyemîn a PKK'ê de biryara birêxistinkirina xweseriya jinan hat dayîn. Piştî amadekariyên destpêkê di navbera 31’ê Cotmehê û 1’ê Mijdara 1987’an de li bajarê Hannover ê Almanyayê kongreya yekemîn bi beşdariya 80 delegeyan, Yekitiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê (YJWK) hat avakirin. Rêber Abdullah Ocalan Hozan Mizgîn ji bo birêxistinkirina jinan û xebatên hunerê li Ewropayê erkdar kiribû, bi pêşengiya Hozan Mizgîn, ji bo birêxistinkirina jin û civakê Yekitiya Jinên Welatparêz ên Kurdistanê (YJWK) ava kirin.

DEMA ARTÊŞBÛNA JINAN

19’ê Çileya 1989’an gerîlla Bêrîvan (Binevş Agal) li Cizîra Botan di pevçûneke bi leşkerên Tirk de şehîd dikeve û şahadeta wê dibe bingeha serhildanan, 21’ê Adara 1990’an li hemberî qedexeya Newrozan Zekiye Alkan li ser Sûrê Amedê agir bi bedena xwe dixe, ev berxwedan Newrozan girseyî dike. Sala 1996’an Zîlan (Zeyneb Kinaci) li hemberî êrişên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, li Dêrsimê çalakiya fedayî pêk tîne. Ev çalakî dibe yekemîn çalakiya fedayî ya PKK’ê. Sala 1992’an gerîlla Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li dijî şerê xiyanetê û tesfiyekariya di nava PKK’ê de heta guleya dawî şer dike û xwe ji zinar diavêje. Ev çalakî dibe bingehê radestnebûna PKK’ê.

Di 1’ê Mijdara 1993’yan de bi telîmata ku Rêber Abdullah Ocalan şandibû, hêza jinan dest bi pêvajoya avakirina artêşa xwe kir.  Di pêvajoya derbasbûna artêşê de jinan bi birêxistinbûna leşkerî ya xweser û avakirina baregehên xweser dest pê kir, piştre derbasî çalakiyên leşkerî bûn.

KONGREYA JINAN A YEKEMÎN Û DAMEZIRANDINA YAJK'Ê

Di 8'ê Adara 1995’an de kongreya yekemîn a jinan li herêma Golka ya Metînayê hat lidarxistin. Di kongreyê de avabûna Yekitiya Azadiya Jinên Kurdistanê (YAJK) hate îlankirin û meclisa yekemîn a jinan hat hilbijartin. Bi damezirandina artêşa jinan re (1995) re gaveke girîng hate avêtin û ezmûnek girîng hate bidestxistin. Pêvajoya avakirina meclisê coş û kelecaneke mezin da jinan. YAJK’ê bi awayekî rasterast di bin banê felsefe û bîrdoziya Rêber Abdullah Ocalan de xebatên xwe ji nû ve pênase kirin û xwe bi rêxistin dikir. YAJK bû nasnameya îdeolojîk û rêxistinî ya jinan.

Rêber Abdullah Ocalan 8’ê Adara 1998’an “Bîrdoziya Azadiya Jinê” li ser 5 rêgezan “Welatparêzî, Fikir û Vîna Azad, Birêxistinbûn, Têkoşîn û Estetîk” îlan kir. Ji jinên Kurd xwest ku li ser çanda xwedawendiyê lêhûrbûn bikin. Li ser vê bîrdoziyê jinan yekemîn partiya xwe Partiya Jinên Karkerên Kurdistanê (PJKK-Adara 1999) ava kirin. Piştre di nava demê de navê xwe guherî kir Partiya Jina Azad (PJA) û paşê bû Partiya Azadiya Jin a Kurdistanê (PAJK-2005). Bi awayî li cîhanê yekemîn partiya jinê ava bû.

Jinên gerîlla li çiyayê Kurdistanê ji bo kûrkirin û berfirehkirina vê “Bîrdoziya Azadiya Jinê”, di qadên bîrdozî, leşkerî, çandî, civakî de Akademiya Şehîd Zeyneb Kinaci, Akademiya Şehîd Bêrîtan, Akademiya Gurbetellî Ersoz, Ocaxa PKK’ê ya Sakîne Cansiz, Akademiya Şehîd Nûda, Akademiya Şehîd Şîlan vekirin. Bi Kovara Xwidawend Zîlan (Tanriça Zîlan Dergisi) ev bîrdozî di nava jin û civakê de belav kir.

Ev çanda têkoşîna jinan û berxwedanê, bi beşên hunerê yên wekî şano, sînema, muzîk û govendê di bin sîwana “Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn-2016” bi rêxistin dike.

Rêberê Abdullah Ocalan di 1999’an de paradîgmaya ku li ser bingehê avakirina “dewleta Kurdî ya sosyalîst” hatibû avakirin guherî û paradîgmaya nû ya “Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadiya Jinan” îlan kir. Êdî yek ji sê lingên paradîgmayê azadiya jinê bû. Bi vê re pergala Koma Civakên Kurdistanê (KCK) hat îlankirin, jinan jî rêxistinbûna xwe ya xweser parast û Koma Jinên Bilind (KJB) ava kir, piştre navê wê bû Komelên Jinên Kurdistanê.

Her wiha yek ji pêngava herî girîng jî avakirina artêşa jinê ye. Jinên gerîlla Hezîrana 2005’an de yekemîn artêşa jinan Yekîneyên Jinên Azad ên Star (YJA-Star) ava kir.

PERGALA HEVSEROKATIYÊ

Piştî guherîna paradîgmayê yek ji destkeftiyên herî mezin ên jinan pergala hevserokatiyê ye. Ev pergal di esasî de modelek a jiyana azad e. Rengdayîna hevjiyana azad a di pergala rêveberiyê de ye. Herdu cinsan wekhev “hev” dike, têkiliyên wan li ser bingehê azadî û wekheviyê ji nû ve ava dike.

Pergala hevserokatiyê ji KCK’ê dest pê kir. Di tevayî sazî, yekîtî, partiyên siyasî (Rojava, Bakur, Rojhilat) şaredarî (Bakur, Rojava, Mexmûr, Şengal), zanîngehên li Rojavayê Kurdistanê, saziyên civakî û heta dendika civakbûyînê komînê (li Rojavayê Kurdistanê) de pergala hevserokatiyê û kotaya jin hate diyarkirin.

PERGALA CIVAKÎ Û BIRÊXISTINBÛNA JINAN

Ji bo xebatên birêxistinkirina jinan û civakê jinên Kurd ên li Ewropayê li ser mîrateya YJWK’ê rêxistinên bi navê Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê (TAJK 1994), Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdisanê (YAJK- 1995). Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E - 2014) hatin avakirin.

Li Bakurê Kurdistanê jinên Kurd ên hertim pêşengên serhildanan bûn, rêxistinên Tevgera Demokratîk a Jinên Azad (DÖKH – 2003), Kongra Jinên Azad (KJA - 2015), Tevgera Jinên Azad (TJA - 2016) ava kirin.

Li Rojavayê Kurdistanê jinên ku ji destpêka Rêber Abdullah Ocalan derbasî Sûriyeyê bûyî xebatên cepewî didan meşandin, Yekîtiya Star (2005) ava kirin, paşê rêxistinbûna xwe berfireh kirin û 2016’an “Kongra Star” ava kirin. Her wiha jinên Ereb ên li Reqa, Tepqa, Dêrazor û Minbicê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombûna Jinên Zenûbiya (2021) ava kirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê di encama xebatên bi salan de, Yekîtiya Jinên Rojhilatê Kurdistanê (YJRK- 2004) hat avakirin. Komeleya Jinên Azadîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR - 2014) hat avakirin, di bin sîwana KJAR’ê de ji bo parastina rewa jî Hêzên Parastina Jinê (HPJ) hat birêxistinkirin. 

ÇAPEMENÎ

Li Ewropayê bi avakirina YJWK’ê re kovara xweser a “Jina Serbilind” hat çapkirin.

8’ê Adara 1997’an de konferansa YAJK’ê pêk hat û di wê konferansê de biryar hat dayîn ku li Başûrê Kurdistanê rojnameya Jiyana Azad bê çapkirin. Heta sala 1999’an 133 hejmar derxistin.

Li Bakurê Kurdistanê Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) yê 8’ê Adara 2012’an dest bi weşanê kir û JIN TV’yê jî 8’ê Adara 2018’an dest bi weşana xwe ya testê kir. 

Cotmeha 2013’an de avabûna Ragihandina Jinên Azad (RAJIN) hat îlankirin. Di bin sîwana RAJIN’ê de îro li her qadê xebatên çapemeniyê yên jinan belav bûne. Rojname, radyo, kovarên xweser weşanê dikin.

ÇAND Û HUNER

Jinên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê xebatên hunerê di nava xebatên giştî de dimeşandin. Jinên hunermend ên weke Hozan Mizgîn, Delîla û gelek jinên têkoşer pêşengî ji xebatên çandê re kirin.

Tebaxa 2016’an jinan yekemîn konferansa Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn li dar xist û li herçar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di bin sîwana tevgerê de xebatên sînema, goven, şano, wêne, karê destan dimeşîne.

JINEOLOJÎ

Sala 2008’an Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya “Sosyolojiya Azadiyê” de pênaseya jineolojiyê (zanista jinan) kir. Di navbera 2009-2010’an de jinan nîqaşên li ser jineolojiyê dan destpêkirin.

Sala 2010’an mamosteyên jin ên Wargeha Mexmûrê (li Başûrê Kurdistanê) lêkolîn li ser jineolojiyê kirin û xistin mufredata perwerdeyê.

Yekem komîteya birêxistinbûna jineolojiyê sala 2011’an de hat avakirin. Jinên Kurd di girtîgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de nîqaşên li ser jineolojiyê kirin pirtûk û 2013’an de hat çapkirin.

11-15’ê Gulana 2015’an Konferansa Yekemîn a Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê pêk hat û çarçoveyek hat diyarkirin.

2016’an kovara Jineolojî hat çapkirin, jinên li her aliyê cîhanê di vê kovarê de hatin gel hev.

Di sala perwerdeyê ya 2017-18’an de li Zanîngeha Rojava Beşa Jineolojiyê hat vekirin.

Rêxistina jinan li her cihê ku xwe bi rêxistin kiriye akademiyên jineolojiyê vekirine.

ŞOREŞA JINAN

Sala 2011’an di encama bihara Ereban de gelê Sûriyeyê rabû serhildanê. Di vê navberê de hêzên navnetewî û dewletên weke Tirkiyeyê destwerdana Sûriyeyê kiribûn, çeteyên xwe yên bi fikra Ixwanî ava kirin û şoreşa gel istismar kirin.

Jinên Kurd 4’ê Nîsana 2012’an Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) damezirand.

19’ê Tîrmeha 2012’an, li Kobanê gel dest danî ser rêveberiyê û ev li tevayî Rojava belav bû û şoreşa Rojava pêk hat.

DAIŞ berdan ser serê gelê Sûriyeyê û Iraqê. Di demekê de ku tevayî cîhan ji tirsa DAIŞ’ê dilerizî, bi pêşengiya YPJ’ê DAIŞ li Kobanê şikest. Jina Kurd Arîn Mîrxan 5’ê Cotmeha 2014’an li Girê Miştenûr ê Kobanê li dijî DAIŞ’ê çalakiya fedayî kir û bû sembola şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava.

Piştî vê serkeftina jinên Kurd, jinên pêkhateyên herêmê Ereb, Ermen, Suryan, Tirkmen berê xwe da nava refên YPJ’ê. Her wiha gel û jinên cîhanê bi heyraniyeke mezin li berxwedana jinên Kurd temaşe kir. Ji gelek welatên cîhanê jinan berê xwe da Rojava û beşdarî YPJ’ê bûn.

SERHILDANA JIN JIYAN AZADÎ

Birêxistinbûna jinan bandoreke mezin li jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kir. Li ser van pêşketin û destkeftiyan, li hemberî zextên rejîma Îranê rê li ber serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” vekir.

Gotina “Jin, Jiyan, Azadî” cara yekemîn di sala 1988’an de, ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hat bikaranîn, tevgera jinên azad a Kurdistanê li ser vê bîrdoziyê xwe bi rêxistin kir.

Şîrîn Elemhûlî, dema di girtîgeha Evîn a li Tehranê de girtî bû, li dîwarê kêleka xwe “Jin, Jiyan, Azadî” nivîsandibû. Şîrîn di Gulana 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hat darvekirin. Ev dirûşm di mêjî û guhê jinên Rojhilatê Kurdistanê de bi cih bûbû.

Piştî ku Jîna Emînî (22) di 13’ê Îlona 2022’an ve ji aliyê “Polîsên Exlaqê” ve hat îşkencekirin û di 16’ê Îlonê de jiyana xwe ji dest da, ev dirûşm bû zimanê serhildana jinan. Dema ku bi hezaran şêniyên bajarê Seqizê Jîna spart axê, li wir bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” çirûska serhildanan pê ket û serhildan bi mehan berdewam kir. Serhildanê tirsa xistibû dilê jinên Rojhilat û Îranê çirand û îro jin bi cesaretek mezin li ber xwe didin. Piştî serhildanê ev dirûşm belavî tevayî cîhanê bû, ji Amerîkayê heta Ewropa, Hindistan, Efganistanê bû zimanê berxwedana jinan.

(ha)

ANHA