Xiyas Niêsa: Hewcedariya Sûriyeyê bi guhertinên bingehîn û eniyeke demokratîk heye

Xiyas Niêsa diyar kir ku peymana di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta demkî de demkî û nazik e û dibe ku deriyê çalakiya siyasî veke bêyî ku bibe egera çareseriyeke berfireh. Şîrovekar banga avakirina eniyeke demokratîk a neteweyî ya berfireh kir da ku veguherîneke siyasî bi rê ve bibe.

Xiyas Niêsa: Hewcedariya Sûriyeyê bi guhertinên bingehîn û eniyeke demokratîk heye
4 sibat, 2026   06:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Şîrovekarê siyasî yê sûriyeyî Xiyas Niêsa ji ajansa me re li ser peymana dawîn a di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî de axivî.

Xiyas Niêsa got: "Sedema rawestandina êrişa hêzên hikumetê û îmzekirina peymanê ne niyetên baş ên desthilatê yan dewletên garantor bûn. Berevajî vê, tiştê ku êriş rawestandin û hişt peyman were îmzekirin, berî her tiştî, berxwedana QSD’ê û rabûna gel a berfireh a Kurdan a ji bo parastina Rêveberiya Xweser û Rojava bû. Her wiha tevgerên hevgirtinê bi Rojava re li çar aliyên cîhanê û helwesta tund a Herêma Kurdistana Iraqê ji bo piştgiriya gelê Kurd li Sûriyeyê bû."

Niêsa got: "Sozên hikumeta demkî û biryara Hejmar 13’an hîn bê bawerî ne, ji ber ku desthilatê ji dema ku nêzîkî salek berê bûye desthilatdar, hemû sozên xwe şikandine, bi taybet ên ku bi pêkhate û cihêrengiya gelê Sûriyeyê û mafên wan ve girêdayî ne.”

‘RAWESTANDINA ÊRIŞAN JI BO XEBATA SIYASÎ YA NETEWEYÎ DERFETEK E’

Li gorî Niêsa rawestandina êriş û xwînrijandinê bi xwe gaveke erênî ye ku derî li ber karê siyasî li ser asta neteweyî vedike da ku hewl bidin welêt ji krîza wê ya kûr derxin.

Niêsa destnîşan kir ku bidestxistina mafên gelê Kurd, destkeftiyên Rêveberiya Xweser û ezmûna jiyana neteweyî û olî, hiştiye ku ezmûna rêveberiyê bibe kevirê bingehîn ji bo her projeyeke neteweyî. Ev yek berpirsiyariya derbaskirina krîzê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk, nenavendî û piralî dixe ser milê vê projeyê.

GUHERTINA STRATEJIYAN Û PEYDAKIRINA AMÛRÊN NÛ

Niêsa diyar kir ku ev pêvajo, berî her tiştî, hewce ye ku stratejiyên xebata neteweyî û demokratîk ên berê ji nû ve bêne nirxandin û ders bên derxistin, hem ên erênî û hem jî neyînî. Ev yek dê rê bide avakirina li ser erêniyan, ji holê rakirina neyîniyan û pêşxistina mekanîzmayên nû li gorî rewşa nû.

NASKIRINA PIRSGIRÊKA KURD

Niêsa destnîşan kir ku her çend peyman, bi awayekî neyekser be jî, rastî û taybetmendiya pirsgirêka Kurd û deverên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê û her weha rola wan di avakirina Sûriyeya nû de qebûl dike jî, ev naskirin pir nazik e.

BER BI ENIYEKE SIYASÎ YA GEL A NETEWEYÎ VE

Xiyas Niêsa wiha pê de çû: "Divê eniyeke siyasî yên gelêrî werin avakirin, ku kom û hêzên siyasî û civakî yên ku projeya Sûriyeyek demokratîk, piralî û serbixwe qebûl dikin, li ser bingeha wekhevî û edaleta civakî, werin avakirin. Divê ev enî bikaribe li hember hişmendiyên otorîter û tundiyê yên deshilatê bisekine û guhertina demokratîk li ser bingeha xebata girseyî ferz bike."

Niêsa got: "Hvpeymaniyên berê isbat kir ku ew rewşên  krîtîk de bêsûd in, bi taybet ji dema ku Heyat Tehrîr El Şam desthilatdariya li Şamê girtiye destê xwe, ku tenê wê  daxuyanî weşndine û kongreyên bêyî bandorek rastîn li ser erdê lidarxistine." Ji ber vê yekê, Niêsa diyar kir ku pêdivî bi nêzîkatiyek stratejîk û avahîsazî ya nû heye, ku bi veguherînên li ser erdê re li hev bike û bersiva daxwazên têkoşînê û hewcedarî û daxwazên gel bide.

‘BÊYÎ GUHERTINEK BINGEHÎN DI POLÎTÎKAYÊN DESTHILATÊ DE ÇARESERÎ NABE’

Niêsa er wiha got: "Eger iradeyeke siyasî û cidîbûn û dilsoziya hikumetê tune be, peymanên demkî nikarin bibin sedema çareseriyek berfireh ku daxwazên hemû welatiyên Sûriyeyê bicîh bîne. Tê xwestin ku polîtîkayên dûrxistinê vêne guhertin û li şûna  beşdarbûna hemû komên siyasî û civakî yên Sûriyeyê were pêkanîn, da ku veguherînek aştiyane ber bi demokrasiyek wehkev ve were pkanîn. "

‘HIKUMETEKE BÊYÎ ÎRADEYA REFORMÊ’

Xiyas Niêsa destnîşan kir ku ev îrade di nav hikumeta demkî ya Sûriyeyê de tune ye ku sala wê ya yekem a desthilatdariyê bi komkujiyan, hilweşandina serweriya welêt û girêdaa bi ajandeyên hêzên mezin û herêmî, bi taybet Tirkiye, li ser hesabê berjewendiyên gelê Sûriyeyê derbas bû.

Niêsa wiha dewam kir: "Yekdestiya desthilatdariyê ya Heyat Tehrîr El Şam û avakirina desthilatdariyek yek-kesî ya ku bi îdeolojiya mezhebî ya paşverû, dê krîza Sûriyeyê kûrtir bike û welêt ber bi şerên navxweyî û derve yên bêdawî ve bibe."

Xiyas Niêsa di dawiyê de got: "Pêdivî heye ku eniyeke demokratîk û a gel a neteweyî were avakirin ku hemû hêzên siyasî û civakî yên ku banga aştî û yekbûna welêt dikin, cihê xwe di nav de bigirin û ji bo avakirina pergaleke demokratîk a piralî bixebitin û Sûriyeyeke nû li ser nirxên wekhevî, edalet û rûmeta mirovan ava bikin.”

(k)

ANHA