Karmendên lêkolînên zanistî ji mafên xwe bêpar in

Hikumeta demkî ya Sûriyeyê hemû karmendên lêkolînên zanistî ji mafên wan mehrûm kirine û hîna qedexeya derketina ji derveyî Sûriyeyê ji bo wan derbasdar e.

Karmendên lêkolînên zanistî ji mafên xwe bêpar in
4 sibat, 2026   05:25
ŞAM

Yek ji karmendên lêkolînên zanistî û mamosteyê zanîngehê ku nexwest nasnameya wî were aşkerakirin, ji ajansa me (ANHA) re axivî.

Mamosteyê zanîngehê got: “Di lêkolînên zanistî de em kadroyên perwerdê yên herî baş in. Hemû karmendên ku li lêkolînên zanistî dixebitîn li zanîngehên herî pêşketî xwendine û bawername girtine. Em li gorî perspektîfên dewletê dixebitîn û piştî rejîm hilweşiya û lêkolînên zanistî hatin rûxandin, em ji xebatê dan seknandin û qedexe kirin ku em derkevin ji derveyî Sûriyeyê. Ev qedexe li ser hemû kesan û heyanî li ser sûcdaran rakirin lê belê bi roxmî em karmendên sivîlin dîsa ev biryar ji bo me derbasdar e.”

Her wiha mamosteyê zanîngehê anî ziman ku ev bûye zêdetirî salekê li ser hilweşîna rejîmê derbas bûye û hîna rewşa wan nediyare û got: “Ma qey dibe li ser welatiyên Sûriyeyê ferz bikin ku derkevin derveyî Sûriyeyê? Em ji karê me dan sekinandin, mûçeyê nadin me û qedexe kirine em derkevin derveyî Sûriyeyê. J xwe destûr nadin em li zanîngehan, yan jî li ciyekî dîtir bixebitin, ma qey sûcê me çi ye û em karmendên sivîl in.”

Her wiha karmendeke ji lêkolînên zanistî ku wê jî nexwest nasnameya wê were naskirin, axivî û wiha got: “Ji hikumetê hinek kesên ku nexwendine û bawername bi wan re nîn in, wisa li me kirine. Ew nizanin lêkolînên zanistî girîng in û dikevin bin xizmeta pêşxistina hemû aliyên jiyanê wekî tenduristî, sînaî û xizmetguzariyê.”

Mamosteya zanîngehê di berdewamê de got eger ev rewşa wisa berdewam bike û hemû karmendên lêkolînên zanistî ji mafên wan werin mehrûm kirin, ew ê berê xwe bidin dewletên derve û xizmeta dewletên dîtir bikin.

Mamoste di berdewama gotinên xwe de ev pirs kir: “Çima hemû kadroyên lêkolînên zanistî hatine cezakirin û ew ji mûçeyên wan mehrûm kirine û qedexe kirine ku derkevin derveyî Sûriyeyê?

Mamoste li hember rewşa ew ketinê bertek nîşan da û got: “Çawa biryara qedexeya derketina ji derveyî Sûriyeyê li ser sûcdaran rakirine û li ser me ranakin. Eger hûn me naxwazin destûr bidin em koç bibin, gelek dewlet hene bi rêz nêzî yetenekên me dibin.”