Washingtonê dronek Îranê li nêzî keştiya balafiran xist

DYAˊyê ragihand ku droneke Îranê bi awayekî dijminane nêzî keştiya balafiran a Amerîkayê li Deryaya Ereb bûye xist xwarê.

Washingtonê dronek Îranê li nêzî keştiya balafiran xist
3 sibat, 2026   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkekî leşkerî yê Amerîkayê diyar kir ku balafireke şer a Amerîkayê droneke Îranê ku bi awayekî dijminane nêzî keştiya balafiran a Amerîkayê li Deryaya Ereb bûye xiste xwarê.

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Kaptan Tim Hawkins daxuyand ku "Balafira F-35ˊan a girêdayî Abraham Lincoln droneke Îranê ku nêzî keştiya balafiran a Amerîkayê bû xist xwarê."

(fr)