Xelkê Seyîdsadiq ê Başûr: Em ê cejna serkeftina Rojava pîroz bikin

Xelkê Seyîdsadiq ê Başûrê Kurdistanê derket kolanan bi çalakiyekê xwedî li berxwedana Rojava derket.

Xelkê Seyîdsadiq ê Başûr: Em ê cejna serkeftina Rojava pîroz bikin
30 ÇILE, 2026   17:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi tevlibûna hemû beşên civakê li navçeya Seyîdsadiq a ser bi Silêmaniyê ya Başûr ve meşeke girseyî ya ji bo piştevaniya Rojava hat lidarxistin.

Di meşê de bê navber dirûşmên ‘Yek e Yek e Gelê Kurd Yek e’ û ‘Bijî Berxwedana Gelê Rojava’ hatin qîrkirin.

Di meşê de daxuyanî ji aliyê Piştîwan Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Di dîrokê de tim desthilatdaran zilm li gelê Kurd kiriye û ji mafê xwe hatiye bêparkirin. Piştî ewqas xwîna xort û keçan hatin rijandin desthilata Colanî li şûna rêz li vê bigire êriş daye destpêkirin. Dixwaze dagir bike. Li gel vê jî hêzên hevpeyman pişta xwe careke din da Kurdan. Em ê bi xwîna xort û keçên xwe xaka xwe biparêzin. Em li Başûrê Kurdistanê piştgiriya berxwedana Rojava dikin. Dijminê me wê bişkê, em ê cejna serketinê pîroz bikin.”