KNKˊê serdana navenda ENKSˊê kir

KNKˊê li bajarê Qamişloyê, ji bo nîqaşkirina rewşa heyî ya li Rojava bi ENKSˊê re civiya.

KNKˊê serdana navenda ENKSˊê kir
30 ÇILE, 2026   17:18
QAMIŞLO

Şandeya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi serokatiya Ehmed Karamûs û endamên Desteya Rêveber serdana navenda Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ya bajarê Qamişloyê kir. Serokê ENKSˊê û endamên Desteya Serokatiyê Silêman Oso, Feysel Yûsif, Numet Dawûd û Ebdulbarî Xelef ve pêşwazî li şandeya KNKˊê kir.

Wê her du alî pêşdeçûnn li Rojavayê Kurdistanê, çawaniya yekkirina vîzyona Kurdistanî di vê rewşa heyî û çarenûsa hesas de nîqaş bikin.

(fr)