Xebat Andok: Tekane rê xweparastin û birêxistinbûn e

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok diyar kir ku ev komkujiya niha li ser Elewiyan, Durziyan, Xiristiyanan tê kirin, xetereyeke pir mezin nîşanî gelên di Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dide û tekane rê xweparastin û birêxistinbûn e.

Xebat Andok: Tekane rê xweparastin û birêxistinbûn e
24 tîrmeh, 2025   07:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok der barê rewşa Sûriyeyê de pirsên ajansa me bersivandin.

Beşa yekemîn a hevpeyvîna bi endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok re wiha ye:

Piştî ketina rejîma Baasê HTŞ hat ser desthilatê, komkujî li ser Elewiyan, Durziyan, hinek pêkhateyên din, Xiristiyanan pêk hatin. Herî dawî di daxuyaniyên Rêber Apo de jî hat diyarkirin ku Reqa bibe navenda demokrasiyê. Ji bo kuRêveberiya Xweser Sûriyeyê ji van aloziyan derxe, divê çawa bike ku Reqa bibe navenda demokrasiyê?

Niha ew sembolek e ku Rêbertiya me aniye ziman. Erê rejîma Baasê çû lê li şûna wê çi hat? Yanî ev xetereyên li ser gelan, jinan, civakê ji holê rabûn an na? Pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jixwe heta niha gel ji komkujiyan xilas kirin. Em bifikirin ku şoreşa Rojava nebûya, gelo wê çi bibûya? Wê Sûriyeyeke çawa derketiba? Wê çi bi serê Elewiyan, Êzîdiyan, Suryanan, Ermenan bihata? Niha êrişî Elewiyan dikin, ji ber ku bê rêxistin dibînin. Niha êrişî Durziyan dikin, ji ber hinekî bê rêxistin dibînin. Niha çima nikarin yekser êrişî Kurdan bikin, ji ber ku Kurd hinekî birêxistinkirî ne, xwedî pergal in, îspat kirine ku dikarin li ber xwe bidin, ji bo jiyana azad hemû xwe feda bikin. Ji ber vê yekê êriş nakin. Ev komkujiya niha li ser Elewiyan, Durziyan, Xiristiyanan tê kirin, xetereyeke pir mezin nîşanî Kurdan jî dide. Nîşanî gelên ku di pergala Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de cih digirin, xwe bi rê ve dibin, jiyana xwe bi xwe dimeşînin, dike. Ji ber wê jî xetereyeke cidî heye. Bê guman niha rêveberiya Şoreşa Rojava, divê vê yekê bizane. Van tiştan dinirxîne, bi qasî em jî di ragihandinê de dişopînin hişyariyek heye. Lê pergala niha heyî, qaşo dixwaze Sûriyeyê pê bi rê ve bibe, awayekî din ê DAIŞ’ê ye, El Qaîdeyê ye. Hinek hevalan jî qala vê pêvajoyê kir. Ji bo jinan çi îfade dike, ji bo cudahiyan çi îfade dike, xwe dispêre bîrdoziyeke hegemonîk, xwe dispêre faşîzmê, yan tu yê wek wî bî, yan tu yê tune bibî. Tişta ku dikin heqareteke pir mezin e li hemberî civakan. Êrişeke pir mezin e. Tişta niha ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji gelê tevayî Sûriyeyê tê xwestin tenê ev e. Xwe birêxistinkirin e, xwe kirina hêz e, divê baweriya wan bi xwe hebe. Di çarçoveya xweparastinê de xwe birêxistin bikin. Civakên bêrêxistin xetereyeke pir mezin li pêşiya wan e. Ji bo wê yekê wisa nefikirin ku pir şer çêbû, êdî her kes ji şer westiya. Civak neçar in ji bo xwe û rûmeta xwe, xwe biparêzin. Ji bo vê jî pêwîst e xwe bi rêxistin bikin. Di vê mijarê de sergûzeşta şoreşa Rojava pir e, dikare bibe pêşenga Sûriyeya demokratîk. Pêwîst e di çarçoveya sînorekî teng de berpirsyar nemîne, sînorê berpirsyariya xwe ji bo tevayî Sûriyeyê berfireh bike. Jixwe rola şoreşa Rojava ji bo tevayî cîhanê ye.

‘ENTEGRASYON LIHEVKIRINA DEWLET Û CIVAKÊ YE’

Niha demek e qala têgîna entegrasyonê tê kirin, di hin dezgehên çapemeniyê de û ji aliyê hinek derdoran ve şaş tê şîrovekirin. Şîroveya wê ya rast çi ye?

Ev peyv hinekî jî Rêbetiyê kire rojeva me, em di kîjan çarçoveyê de bi kar tînin? Em di çarçoveya yekbûnê de bi kar tînin. Yekbûna çi, civak û dewlet pir zêde bûne rikber. Dewlet her dixwazin civakê tune bikin. Civakê asîmîle bikin. Bi taybet jî dema di nava dewletê de civakên cuda hebin, mînak di nava dewleta Tirkiyê de Kurd, Elewî hene dixwaze asîmîle bike. Qira civakan anî. Niha li Sûriyeyê bixwaze Kurd bê maf bin, Elewî, Durzî tune bin. Ev rikberiyek pir mezin tîne. Ev bi xwe re her cûr aloziyê tîne. Hertim di navbera civak û dewletan de dibe sedema şeran. Encamê jî nade. Tişta em niha dixwazin çi ye, ji bo civak û dewlet evqas nebin rikber, ji bo evqas şer nekin, şerê bê encam nekin, şerê ku tenê dibe sedema winda bike û winda bike nedin. Ji bo ev tişt çênebe entegrasyon ev e. Lihevkirina dewlet û civakê. Dewlet jî wê entegreyî civakê be, yanî dewletê bipejirîne ku ev civaka xwedî xisletên cuda ye, mafê wê yê xwe îfadekirinê heye. Mînak ziman, perwerde, xwerêvebirina wê heye. Divê vê bipejirîne, dema ev pejirand civak jî dewletê bi wî awayî dipejirîne. Dibêje ez şer nakim ku te parçe bikim, ez silteya te heta vê astê dipejirînim. Yanî hevdû hesibandin e. Esasî yê ku napejirîne dewlet e. Dewlet xwe dike hêza hertiştî, çavkaniya zextê û zilmê ye. Ji bo wê yekê tişta niha ji dewletê tê xwestin ev e. Mafê xwe îfadekirin, rêxistinkirin, rêvebirina civakê pejirandin e. Eger dewlet vê bipejirîne civak jî dikare entegre bibe. Li wir jî nav li ser e, civak entegre dibin ne wekî ferd. Tişta li Sûriyeyê derdixin pêş, dibêjin weke ferd entegre bibin. Nabe ji ber ku mirov hebûneke civakî ye, ne hebûnek ferdî ye. Ev nabe entegrasyon.

‘BARÊ ŞOREŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ GIRANTIR BÛ’

Em niha di Tîrmehê de ne anku rojên Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Peyameke we ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye?

Şoreşa Rojava bi keda şehîdan çêbû. Bi deh hezaran şehîdên me çêbûn. Bi deh hezaran birîndarên me çêbûn. Em hemûyan bi hezkirin, bi minetdarî bi bîr tînin. Şoreşa Rojava ne tenê şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Ne tenê şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, ne tenê şoreşeke sûriyeyî ye jî. Ji ber ku ji gelek gelên cuda jin û mêr hatin beşdar bûn, têkoşiya, hîna tê dikoşin, şehîd ketin. Weke din piştgiriyek mezin di asta cîhanê de ji bo Rojava çêbû. Ev tê çi wateyê, xwedî lêderdikeve, ji xwe dihesibîne. Eger ev qas xwedîlêderketin çêbû, wê demê Şoreşa Rojava şoreşa mirovahiyê ye. Şoreşa herkesî ye. Ez bawer im yê ku ev şoreş kirine, gelê me yê Rojavayê Kurdistanê, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê giştî vê dizane û dijî. Dizane ku berpirsyartiyê wan di sînorek teng da nabe. Nûnertiya hêviyekî dikin. Nûhertiya hêviya jiyana azad dikin. Berê herkesî li wir e, çawa mirov dikare derveyî dewletê bijî, wekhev û azad bijî, heta astekî Şoreşa Rojava ev nîşan da. Niha barek zêdetir dikeve ser milê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojavayê Kurdistanê. Şoreş kûrkirin, ji çarçoveya leşkerî û siyasî derxistin, kirina şoreşeke çandî. Yanî jiyan guhertin. Şêwaza rêxistinbûna civakê, şêwaza têkiliyên jiyanî derxistina holê. Bendewarî heye ku Rojava vê nîşanî herkesî bide. Di nava şerekî giran de, di nava hovên hovan li holê ne, her cûr êrişan dikin, mirov çawa dikare hebûna xwe biparêz e, çawa dikare li ber xwe bide, rûmeta xwe biparêz e, ev jî di çarçoveya rêxistinkirina xweparastinê de nîşan da. Bi kurtasî pir tişt fêrî her kesî kir, lê erk û berpirsyartiya dikeve ser milê Rojava dawî nebûye, dîrok carinan hinek baran dide ser milê te, tu jî neçar î wî barî hilgirî. Hem ji bo hebûna te neçariyek e, hem jî parastina xwe ev jî tenê bi parastina jiyana azad re çêdibe, tu bibî mînak ji bo herkesî. Guhertina Rojhilata Navîn li pêşiya wan e. Ev jî di vê têkoşîna pîroz de serkeftinê ji gelê xwe re dixwazin. 

ANHA