"Erka me ye daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin"

Reportaj Summay

"Erka me ye daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bikin"
9 hezîran 2022   00:51

Koordînator û seroka Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya Ocalan , Sosin Şoman diyar kir ku ji bo qenciyê vegerînin wan însiyatîfa xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ragihandine û got: "Rêber Ocalan girîngiyeke mezin dide mafên jinan û beşek mezin ji fikir û felsefeya xwe ji bo jinan veqetandiye.''

 Însiyatîfa Nûn a ji bo azadiya rêber Ocalan ku ji aliyê çalakvanên jin ên Rojhilata Navîn û Afrîkayê ve hatiye ragihandin, armanc dike ku fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna wî ya ji bo gelên bindest bidin naskirin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2022/06/08/205711_.png

Der barê mijarê de ajansa me hevpeyvînek bi koordînetor û seroka Înisyatîfa Nûn , Sosin Şoman re çêkir.

Hevpeyvîn wiha ye:

Ji bo azadiya rêber Ocalan we Însiyatîfa Nûn ragihand, wateya "Nûn" çi ye?

Tîpa N di zimanê erebî de tîpeke taybet bi jinan e. Însiyatîfa me însiyatîfeke taybet  bi jinan e. Çalakvanên jin ên gelek dewletên Rojhilata Navîn û Afrîkayê yên ku baweriya wan bi vê dozê û zilma li ser rêber Abdullah Ocalan û kiryarên desthilata Tirk li hember Ocalan û komploya navneteweyî heye, bi vê însiyatîfê rabûn.

Rêber Ocalan bi jinan hest kir û beşeke mezin ji fikir û felsefeya xwe da jinan, ji bo jinan zanisteke taybet ava kir ew jî Jineolojî ye, ji ber wê me xwest bi rêya vê însiyatîfê beşek biçûk ji qenciya Ocalan vegerînin. 

Çima destpêkirina însiyatîfê ji bo wê girîng e?

Daxwazên mêran bi piranî li ser berjewendiyan in, lê jin hem hestyarî hem jî objektîf in, lê li gel nakokiya van her du têgehan jî, jin bi xwestin an jî helwestan daxwaza berjewendiyên xwe nake. Ji ber vê yekê me pêwîstiyeke lezgîn dît, ku dest bi vê însiyatîfê bikin. Ev neheqî ne tenê li ser gelê Kurd na jî rêberê wî, lê belê li ser mirovên li dijî zulmê hatiye kirin.

Girêdana bi nasname, nijad û ziman ji mafên mirovan e. Em weke jin, bi taybet ên li Rojhilata Navîn û Afrîkayê, baş zilmê nas dikin, fêm dikin dema ku mirov ji mafên xwe yê xwezayî bê par bimîne.

Li ser vê esasê û ji bo genciya rêber Ocalan vegerînin, me pêwîst dît ku vê însiyatîfê ragihînin. Fişarê li desthilata Tirk bi hemû rêbazên rewaş, çi yên ragihandinê, yên qanûnî û civakî, bi rêya kongreyan û lidarxistina civînan bi komîteyên mafên mirovan ên Ewropayê re bikin, da ku bighêjin encamên baş. Ji cihê ku însiyatîfên din gihiştine em ê dewam bikin heta ku bibin yek û  bi wan re têkoşînê dewam bikin.

Însiyatîfa we ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e, çi girêdana jinan bi fikirên Ocalan heye û çawa rêber Ocalan rewşa jinan guhert?

Rêber Ocalan fîzîkî hatiye girtin, lê fikir, felsefe, pirtûk û nêrînên wî ji nifşekî derbasî nifşekî din dibin, fikirên Ocalan bi nirx in, bi taybet fikrê ji bo jinan daniye, ew dixwaze jin bi hêz û xwedî maf bin.

Em ê hewl bidin van fikir û felsefeya wî derbasî nifşan bikin da ji rêber Ocalan sûd bibînin û vî rêberî ku girîngî dide jinan nas bikin.

Em banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan dikin, ji ber ku fikrên wî azad in û weke pirekê ye ku nifş li ser dimeşin.

Girtina rêber Ocalan li dijî peyman û yasayên navneteweyî ye ku dewleta Tirk bi xwe li ser wan peymanan îmze kiriye.

Nêrîna jinan der barê rêber Ocalan de çi ye?

Gelek jin rêber Ocalan nas nakin, em weke Înisyatîfa Nûn dibînin ku rêber Ocalan di têkoşîna me de mînak û bibandor e, wî hêz da me ji ber ku ew dixwaze jin bi hêz be û xwe biparêze, ev fikir bandor li me kir, ev yek hişt ku em vê însyatîfê dest pê bikin.

Min bi xwe rêber Ocalan di kongreya li Beyrûtê de nas kir ku jinên Bakurê Afrîkayê li dar xistibû. Pirtûkên derbarê fikirên rêber Ocalan de diyarî min kirin, min xwendin û fikrê wî nas kir. Pê hesiyam ku dişibe û nêzîkî fikirên Gîvara ne. Ez ji rêber Ocalan hez dikim û heyranê wî me. Wî îsbat kir ku girêdana bi nasnane û ziman tu carî nayê wateya girtin û nevekirina ji aliyê din re.

Piştî ku we rêber Ocalan nas kir, gelo pêwîstiya jinan bi çi heye ta ku helwestên xwe li hember siyasetên li dijî rêxistibûyîna wê xurttir bike? Bi nêrîna we xalên hêzê çi ne?

Beriya ku kesek statu, nasname û mafên jinan nas bike, divê jin xwe, mafên xwe, nasnameya nas bike. Jina di vê mijarê de ne xwedî hişmendî be, yan jî xwe girêdayî kesekî yan jî paşguhkirî bibîne, mixabin ev jin nikare bigihêje mafên xwe. Divê baweriya bi vê dozê ji xwe de destpê bike beriya ku mêr yan jî kesek din vê mafê didiyê.

Maf nayê dayîn, maf bi hêzê tê standin. Ji ber wê em dibînin ku tevgerên azadîxwaz ên cîhanê mafên xwe bi rêya şoreş, kongre, pênûs, çek û gelek awayên din ên aştiyane û ne aştiyane bi dest xistin. Jin dema bi doz xwe bawer bike dikare şer bike. Dibe ku şer bi gotinê be yan jî zanîst be da ku bigihêje cihekî bilind û xwe îsbat bike.

Tevî xirabiyan û malperên medyaya dîjîtal, lê xala hêz; belavbûn û bilez parvekirina agahiyan e. Jinan bi rêya vê karîn fikrên xwe yên ronakbîr yan dozên xwe yên taybet yan jî mafên xwe belav bikin. Xala bi hêz a din, komele û rêxistinên jinan, pêşketina wê û daxwazkirina mafên xwe bi awayekî domdar e. Jin bi giştî di vê demê de qebûl nakin ku nebe jineke zana û çalak di civakê de.

Hûn nêzîkatiyên navneteweyî yên li hember doza rêber Abdullah Ocalan çawa dinirxînin?

Nêzîkatî û siyasetên navneteweyî siyasetên komploger in, Tirkiyê beşek ji wan peymanên navneteweyî û ragihandina cîhanê ye ku rêzê ji mafên girtiyan re digire, bi taybet girtiyên siyasî. Girîngî didin hevdîtinên bi parêzer û malbatê re, gelek mafên din ên cewherî jî. Desthilata Tirkiyê li ser wan peymanan îmze kiriye û lê wan binpê dike, bi taybet li hember rêber Ocalan. Gelo siyasetên navneteweyî li hember van binpêkirina li ku derê ye? Gelo komîteyên pêkanîna mekanîzmeya van lihevkirin û peymanan li ku ne? Mixabin ew qet tune ne.

Dewletên mezin siyasetên cotstandred pêk tînin. Ger têkiliya wê di vê mijarê de hebe, dilovaniyeke mezin nîşan didin. Lê heke nebin, siyasetên bêdengkirin û paşguhkirina binpêkirina dimeşînin. Mîna doza gelê Kurd û rêber Abdullah Ocalan ku ne tenê parêzvanê gelê Kurd e lê belê parêzvanê hemû gelên bindest û kêmneteweyan li cîhanê ye û bidestxistina mafên xwe di diyarkirina statû, ziman û hebûnê de.

 (şt)

ANHA