ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-11-2026

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-11-2026
29 mijdar, 2026   02:00

Li Sûriyeyê jinan li hember dirêjkirina dema xebatê nerazîbûna xwe anî ziman û dibe ku ew neçar bimînin dev ji karê xwe berdin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Serdema yekem a sala xwendinê ya 2026-2027 ber bi dawiyê ve diçe lê xwendekarên dibistanên parêzgeha Hesekê heta niha pirtûkên hîndekariyê wernegirtine. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêvebera Kongra Star Xebat Beşîr rewşa jinên Sûriyeyê nirxand, nêzîkatiyên hikumeta veguhêz ên ji jinan re rexne kirin û got ew ê li hember hişmendiya ku wan paşguh dike tê bikoşin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di demekê de ku Kurd li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê hewl didin ji şerekî neteweyî dûr bikevin û li çareseriyên siyasî digerin, aloziya di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê metirsiyên rûdana şerekî erebî-kurdî li Iraqê derdixe holê.

Şîrketa Kehrebeyê ya Parêzgeha Hesekê li bajarên Qamişlo û Hesekê û bajarokên girêdayî wan danîna saetên kehrebeyê didomîne. Heta niha zêdetirî 7 hezar saet hatine danîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisên malbatên şehîdan ên Hesekê, Dirbêsiyê û Til Temirê bi hevkariya PYD'ê civînên bîranîna şehîd Şîlan û hevalên wê li dar dixin. Civîn li navenda Çandê ya Dirbêsiyê (10.00'an), navenda PYD'ê ya Hesekê û avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê (11.00'an) tên lidarxistin. Meclisên PYD'ê yên bajarên Çilaxa, Girkê Legê û Tirbespiyê jî bi heman boneyan merasîmên bîranînê li dar dixin (11.00'an). Her wiha Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê jî merasîma şehîd Şîlan û hevalên wê, tevî şehîdên mehên Cotmeh û Mijdarê li dar dixin saet di 15.00'an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevya Sor a Kurd di çarçoveya pêngava pêşkêşkirina pêdiviyên dibistanê li Qamişloyê, 50 daniştekan pêşkêşî dibistana Ebdulmesîh Denho dike, saet 11.00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN)