Pêvajo li benda geşedanên nû ye: Wê deste biçe Îmraliyê?

Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de çavê raya giştî li geşedanên nû ye. di pêvajoyê de niha şûn ve li bendê ne endamên desteya Rêber Abdullah Ocalan ku koordînatoriya wê bike biçe Girava Îmraliyê û dest bi xebatan bike.

Pêvajo li benda geşedanên nû ye: Wê deste biçe Îmraliyê?
28 mijdar, 2026   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi qanûna çarçoveyî derbasî merhaleyeke nû bû li benda pratîkkirina qanûnê ye. Qanûn piştî rapora teyît û tespîtê ya Desteya Ewlehiya Netewî (MGK) dê bikeve meriyetê. MGKê ku bi Serokkiya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di 26’ê Mijdarê de civiya têkildarî rapora teyît û tespîtê biryarek neda. 

Piştî civînê di daxuyaniya hat dayûn de hat diyarkirin ku di civînê de li ser 9 xalan hatine rawestandin û ji bo qanûna çarçoveyî bi biryardarî xebat berdewam dikin. Çavê raya giştî ku li benda rapora teyît û tespîtê bû, di vê civînê de jî bendewariya raya giştî bi cih nehat.

Ji aliyê din ve jî Serokê Meclisa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di nava hefteyê de ji bo Komîsyona Çavdêriyê ya Meclisê ji partiyên siyasî re nivîs şand. Di nivîsê de ji partiyên siyasî hat xwestin ku heta roja duşemê seat 17.00’an de endamên ku dê bişînin komîsyonê diyar bikin.

Komîsyona Çavdêriyê dê bi 19 endaman pêk were û partiyên siyasî li gor deng û kursiyên meclisa Tirkiyeyê endaman bişînin komîsyonê.

Ji AKPê dê 9 endaman, Yenî Partî 3, DEM Partî û MHPê 2, CHP, ÎYÎ Partî û Koma Yenî Yol jî dê endamek bişînin komîsyonê. Yenî Partî û ÎYÎ Partiyê beriya niha ragihandibûn ku ew ê di komîsyonê de cih negirin.

DESTEYA AŞTÎ Û SİYASÎBÛNÊ

Piştî van geşedanan çavê raya giştî jî li geşedanên nû ya pêvajoyeyê. Yek jê mijara herî zêde ji aliyê civakê ve tê meraqkirin Desteya Aştî û Koordînatoriya Siyasî ku Rêber Abdullah Ocalan dê koordînatoriyê bike kengî dest bi xebatan bike. Navê kesên di vê desteyê de cih bigirin heta niha ji raya giştî re nehatiye parvekirin.

Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tayîp Temel ku tev li bernameya Nûçe Tv bibû ragihandibû ku parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, aktivîst, rewşenbîr û siyasetmedar dê di desteyê de cih bigirin.

Lİ BENDÊ NE DESTÊ BİÇE ÎMRALİYÊ

Li gor nûçeya Ajansa welat di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de niha şûn ve li bendê ne kesên di desteyê de cih digirin êdî biçin Girava Îmraliyê û bi koordînatoriya Rêber Abdullah Ocalan dest bi xebatan bikin. piştî deste çû Îmraliyê dê ji raya giştî re jî bê parvekirin û navê kesên di desteyê de cih digirin jî bên aşkerakirin. Dîroka çûyîna desteyê hê ne diyar e lê tê gotin ku di demekê nêz de endamên desteyê biçin Girava Îmraliyê.

ROJNAMEGER DÊ KENGÎ BİÇİN ÎMRALİYÊ?

Li gor agahiyên hatine bidestxistin piştî endamên desteyê biçin Girava Îmraliyê û bi koordînatoriya Rêber Abdullah Ocalan dest bi xebatan bike êdî rojnameger jî dê bikaribin biçin Girava Îmraliyê.

heta niha navê rojnamegerên ku biçin Girava Îmraliyê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin ne diyar e û li ser çûyîna rojnamegeran li ser formûleke xebat tên kirin.

Tê gotin ku piştî çûyîna endamên desteyê li Girava Îmraliyê rojnamegerên navên wan werin diyarkirin dê biçin Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtineke çapemeniyê bikin.