Li parêzgeha Hesekê 7 hezar saetên kehrebeyê hatine danîn

Şîrketa Kehrebeyê ya Parêzgeha Hesekê li bajarên Qamişlo û Hesekê û bajarokên girêdayî wan danîna saetên kehrebeyê didomîne. Heta niha zêdetirî 7 hezar saet hatine danîn.

Li parêzgeha Hesekê 7 hezar saetên kehrebeyê hatine danîn
29 mijdar, 2026   07:25
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Şîrketa Kehrebeyê ya Parêzgeha Hesekê pêkanîna plana xwe ya danîna saetên kehrebeyê li bajarên Qamişlo, Hesekê û hejmarek bajarokên girêdayî her du bajaran didomîne.

Der barê mijarê de endamê Rêveberiya Kehrebeyê ya Parêzgeha Hesekê Ferhan Ehmed ji ANHA’yê re axivî.

Ferhan Ehmed got: “Pêvajoya danîna saetên kehrebeyê ji 18`ê Cotmehê dest pê kir, heta niha zêdetirî 7 hezar saet hatine danîn. Li taxên El Salihiyê, El Ezîziyê û El Miftî yên Hesekê 6 hezar û 500 saet hatine danîn, li van taxan plan nêzî bidawîbûnê bûye, piştre wê li taxên din werin danîn.”

Ferhan Ehmed wiha pê de çû: “Armanca rêveberiyê ew e ku li taxên ku kehrebe bi awayekî giştî lê heye saetên kehrebeyê deyne, lê taxên ku kehrebe lê tune ye, wê di dema hebûna kehrebeyê de lê bên danîn.”

Têkildarî mekanîzmaya danîna saetên kehrebeyê Ferhan Ehmed wiha diyar kir: “Saetên kehrebeyê li şûna yên kevn bi awayekî bê pere tên danîn, lê welatiyên ku saetên wan ê kevn tune ne dikarin bi 435 hezar lîreyê Sûriyeyê (kevn) saetên nû deynin.”

Ferhan Ehmed wiha pê de çû: “Şênî dikarin li ser 2 beşan kehrebeyê bikarbînin, di beşa yekemîn de 300 kWh bigire, ew bi 600 lîreyê nû yê Sûriyeyê ye, beşa duyemîn piştî derbaskirina 300 kWh tê bikaranîn, ew jî bi hezar û 400 lîreyê nû ye. Her dewreyek heta 2 mehan dirêj dike.”

Ferhan Ehmed destnîşan kir ku para di saetê de dimîne derbasî dewreya li pey xwe dibe.

Ehmed bal kişand ser bikaranîna zêde ya kehrebeyê û got: “Divê malbat zêde kehrebeyê bi kar neynin, a baş ew e ku di rojekê de 7-8 kWh bê xerckirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Ferhan Ehmed bang li şêniyan kir ku zêde amûrên elektronîk bi hev re bi kar neynin û wiha dom kir: “Em hêvî dikin ji şêniyên ku heta niha saetên kehrebeyê negihiştiye dest wan, berê xwe bidin me û saetên nû wergirin.”

(sb)

ANHA