Gelo dê El Zeydî Iraqê ber bi fitneyeke erebî-kurdî ve bibe?

Di demekê de ku Kurd li Sûriye, Tirkiye, Îran û Iraqê hewl didin ji şerekî neteweyî dûr bikevin û li çareseriyên siyasî digerin, aloziya di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê metirsiyên rûdana şerekî erebî-kurdî li Iraqê derdixe holê.

Gelo dê El Zeydî Iraqê ber bi fitneyeke erebî-kurdî ve bibe?
29 mijdar, 2026   06:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Helwestên ku Kurdên Sûriye, Tirkiye û Îranê di salên dawîn de nîşan dabûn, vebijêrkên siyasî yên ji rêzê nîn in, lê têgihiştineke ji xetereyên ku pirsgirêka Kurd veguhere qada şerekî herêmî nîşan da.

Di demekê de ku aliyên Kurdî li çareseriyên siyasî li gel hikumeta navendî digerin, aloziya di navbera hikumeta Zeydî û Herêma Başûrê Kurdistanê de, hewldanên çareseriyê li pêşberî ezmûneke nû datîne û metirsiyên rûdana şerekî neteweyî radixe ber çavan.

Li Sûriyeyê, tevî nakokiyên li ser teşeya dewletê, rêveberî û mafan jî, pêvajoya entegrasyonê û mûzakereyên bi hikumeta navendî re dewam dike. Ev yek bi hewldana rêgirtina li ber şerekî leşkerî û lêgerîna li formekî ku mafên Kurdan di dewleta Sûriyeyê de mîsoger bike, bi rêve diçe.

Li gorî partiyên siyasî yên li Sûriyeyê û rêveberên wî yên leşkerî, nakokiyên siyasî û destûrî ne gereke ku têkiliya bi pêkhateya Ereb re veguhere şerekî neteweyî, nemaze ku her du alî li ser erdîngariyekî dijîn, berjewendî û arîşeyên wan hev par in, lew ra li ber fitneyan, herî dawîn hewldana li bajarê Hesekê girtin.

Li Tirkiyeyê, pêvajoyên têkildarî pirsgirêka Kurd, fikra çareseriyeke siyasî wekî alternatîfek ji bo pevçûnên çekdarî yên bi dehan salan raxist holê. Li Îranê Kurdan ketina nava şerekî çekdarî, yan jî şerê bi wekîlan ji bo berjewendiyên derve red kir.

Tevî şert û mercên siyasî yên cuda li van welatan, lê xala hevpar ew e ku doza Kurd nebe amûra şerên aliyên din, di heman demê de lêgerîna li rêyên siyasî tên kirin ku mafan biparêzin û li ber xetereyên şer bên girtin.

Lê di demên dawîn de nakokî di navbera hikumeta navendî ya Iraqê û Herêma Başûrê Kurdistanê de li ser dosyayên diravî, petrol, destûr û rewşên ewlehiyê derketin. Bi vê yekê re jî xîtaba siyasî ku ev van nakokiyan veguherîne şerekî neteweyî pêş ketin.

Pirsgirêk ne hebûna nakokiyan di navbera Bexda û Hewlêrê de ye; ev nakokî di pergaleke welê federal de xwezayî ne, dikarin bi rêya destûr û diyalogan bêne çareserkirin. Lê pirsgirêk ev; hewl were dayîn ku nakokiyan veguherînin şerekî di navbera Kurd û Ereban de, nemaze ku daxwazên destûrî yên Herêma Başûr wekî astengiyekî li ser serdestiya dewletê, yan jî nîşandana nakokiyên li ser çavkanî û rayeyan wekî şerekî li ser çavkanî û bandoriyê di navbera pêkhateyên civakê de ye.

Li gorî çavdêran, dema ku ev nakokî veguherin amûrên sorkirina gel, li şûna ku sedemên wê yên siyasî, aborî û sazmûnî werin çareserkirin hingî hêsan e ku berpirsyartiya aloziyên hikumetê bispêrin neteweyê din.

Çavdêran diyar kir ku hikumeta Iraqê berpirsê sereke yê çareseriyê ye, nexasim dema ku bi mentiqê navendperestiyê nêzî Başûr dibe û îradeya desthilatê di serî hevbeşiya destûrî re digire.

Iraq ji 2003'an ve dewleteke navendî nîn e ku aliyên din kontrol bike, lê li ser pergaleke siyasî ya federal ava bûye ku herêma Başûrê Kurdistanê, mafên wê û rayeyên wê yên destûrî nas kiriye.

Mîrata rejîma Sedam Husên wek hişyariyek dîrokî li ser encamên ku pirsgirêka Kurd bi mentiqa zorê ve were kontrolkirin derdixe holê. Polîtîkayên tunekirin û koçberkirin, hemleya Enfalê ya 1988'an, her wiha bikaranîna çekên kîmyewî li Helebceyê, bêyî ku daxwazên Kurdan bi dawî bibin an jî yekitiya Iraqê xurt bikin, bûn sedema trajediyên kûr ên mirovî. Ji wê zêdetir bûn sedem ku parçebûna di navbera dewletê û beşekî mezin ê welatiyên wê de kûrtir bibe û nîşan da ku nakokiyên li ser maf, nasname û şirîkatiya siyasî bi zimanê zorê çareser nabin.

Bibîrxistina van xalan nayê wê wateyê ku krîza heyî mîna ya rejîma berê ye, yan jî Iraq ber bi ezmûna mîna ya berê ve diçe, lê ew tîne bîra me ku gef û serdestiya mantiqa serkeftinê dibe ku nakokiyên siyasî veguherînin krîzên neteweyî ku kontrolkirina wan dijwar e.

Nabe têkoşîna li dijî gendeliyê bibe amûrek zextê li ser herêmê, lê divê li ser bingeha pîvanên qanûnî yên yekgirtî be ku saziyên dewletê yên federal û herêmê di nav xwe de digirin. Her wiha nabe dosyayên darayî ji bo çareserkirina hesabên siyasî werin bikaranîn.

Eger hêzên Kurd li Sûriye, Tirkiye û Îranê hewl bidin ku nekevin nava şerekî  etnîkî û neteweyî, ji hikûmeta navendî ya Iraqê tê xwestin ku Iraqê ber bi rêyeke berovajî vê ve araste neke.

Parastina yekparbûna welat ne bi lawazkirina Herêma Kurdistanê, lê bi rêzgirtina li destûrê, bicihanîna wê û mîsogerkirina wekheviya di navbera welatiyan de pêk tê.

Riska rasteqîn ne di berdewama nakokiyên Bexda û Hewlêrê de ye. Lê risk ew e ku ev nakokî  veguherin şerekî nîştimanî, nemaze di demekê de ku pêwîstiya Iraqê bi bihêzkirina baweriyê di navbera pêkhateyên xwe de heye.

(sb)

ANHA