Kongra Star: Yekîtiya Kurdan ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd pêwîst e

Kongra Star a bajarê Hesekê diyar kir ku pêşketin û rewşa li Başûrê Kurdistanê helwesteke yekgirtî ya kurdî dixwaze.

Kongra Star: Yekîtiya Kurdan ji bo parastina destkeftiyên gelê Kurd pêwîst e
28 mijdar, 2026   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongra Star a bajarê Hesekê daxuyaniyeke niviskî weşand û bal kişand ser rewş û pêşketinên li Başûrê Kurdistanê. 

Kongra Star destnîşan kir ku pêşketinên li Başûrê Kurdistanê ji rewşa parçeyên din ên Kurdistanê ne qut e, ji ber ku doza gelê Kurd yek e û tiştê ku li her parçeyekî diqewime, bandorê li parçeyên din jî dike. Her wiha di daxuyaniyê de hate tekezkirin ku diyalog, lihevkirin û piştgirî bingeha parastina destkeftiyan û xurtkirina helwesta siyasî ya kurdî ye.

Kongra Star diyar kir ku piştgiriya di navbera çar parçeyên Kurdistanê de berpirsyariyeke neteweyî û exlaqî ye û piştgiriya gelê Başûrê Kurdistanê divê bibe helwesteke pratîk ku yekîtiya çarenûsê û têkiliyên dîrokî û civakî yên di navbera gelê Kurd de nîşan bide.

Di daxuyaniyê de bang li partî û hêzên siyasî, rêxistin û saziyên sivîl, jinan û ciwanan û hemû kesayetiyên neteweyî hate kirin ku diyalog û xebata hevbeş xurt bikin û ji bo parastina mafên neteweyî, siyasî û çandî yên gelê Kurd hewldanên xwe bikin yek.

Her wiha Kongra Star bang li civaka navneteweyî û saziyên mafên mirovan kir ku rewşa li Başûrê Kurdistanê ji nêz ve bişopînin, ji bo parastina sivîlan û misogerkirina mafên wan bixebitin. Di daxuyaniyê de hate bilêvkirin ku hêza gelê Kurd di yekîtiya wî û piştgiriya hevdu de ye û doza kurdî ji nakokî û berjewendiyên partî mezintir e; ew doza gelê ku ji bo nasname, maf û mafê xwe yê diyarkirina çarenûsa xwe têdikoşe.

Di dawiya daxuyaniyê de, Kongra Star diyar kir ku tevger û rêxistinên jinan û yên giştî li Sûriyeyê piştgirê yekîtiya Kurdan in û ji bo piştgirîkirina gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê bi tevahî amade ne.