Îsraîlê li başûrê Lubnanê da

Artêşa Îsraîlê başûrê Lubnanê bombebaran û topbaran kirin.

 Îsraîlê li başûrê Lubnanê da
28 mijdar, 2026   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Ragihandina Lubnanê, îro, artêşa Îsraîlê deverên cuda yên başûrê Lubnanê bombebaran û topbaran kirin û teqîn pêk anîn.

Ajansê ragihandin ku artêşê bilindahiyên Elî Tahir heta ber bi taxa El Dêr a li bajarokê Nebetiye Foqa û bajarokên Reşaf û Sirbînê topbaran kirin, hemwextî wê wesayîtên Îsraîlê li herêmên tev digerin.

Geliyê Zibqîn jî vê sibehê hat topbarankirin û balafirên şer 2 caran li bajarokê Kefertibnît da û dengê teqîneke bihêz ji bajarokê Qentere hat bihîstin.

(f)