Piştî dirêjkirina dema xebatê dibe ku karmendên jin dev ji kar berdin

Li Sûriyeyê jinan li hember dirêjkirina dema xebatê nerazîbûna xwe anî ziman û dibe ku ew neçar bimînin dev ji karê xwe berdin.

Piştî dirêjkirina dema xebatê dibe ku karmendên jin dev ji kar berdin
Piştî dirêjkirina dema xebatê dibe ku karmendên jin dev ji kar berdin
Piştî dirêjkirina dema xebatê dibe ku karmendên jin dev ji kar berdin
29 mijdar, 2026   02:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Sekreteriya Giştî ya Serokatiya Komarê ya Sûriyeyê, Biryarnameya 1616’an derxist. Li gorî biryarnameyê divê li saziyên giştî kar saet 08:00’an dest pê bike heyanî saet 16:00’an bidome. Biryar dê 1`ê Kanûnê bikeve meriyetê.

Karmendên jin ji ajansa me re got dirêjkirina dema kar li ser wan hatiye ferzkirin. Hinek ji wan di mehê de kêmtirî 100 dolarî werdigirin û hinek karmend jî hene mehê hezar dolarî werdigirin.

Karmendan diyar kir ku hikumet ne li gorî rewşa wan a aborî, malbatî, tenduristî, çûyîn û hatinê biryaran dide. Karmendên jin hem dixebitin, hem berpirsyariya malbatê û zarokan radikin.

DIBE KU KARMENDÊN JIN DEV JI KAR BERDIN

Itîdal Fikret anî ziman ku ew dayika 3 zarokên biçûk e. Biryara dirêjkirina dema kar dê bandorê li ser jiyana wê ya malbatî bike. Divê ew li ser malê dereng nemîne, zarokên wê hene. Demsala zivistanê de dereng bimîne dê gelekî neyînî bandorê li ser zarokên wê bike. Dibe ku ew di vê rewşê de neçar bimîne ku dev ji karê xwe berde.

Tehame Emced jî got ew ducanî ye, kêmek ma ye ku zaroka wê bê dunyayê. Dirêjkirina dema kar ne li gorî rewşa tenduristî ya karmendan e. Divê karmend xwe rehet bikin û xwarina xwe bixwin. Biryara nû derketî li ser wan giran e û dê neyînî bandorê li wan bike.

Li gundewarên Şamê jî Iptîsam Dawûd axivî û got ew li bajêr dijî û li herêma El Mezê dixebite. Ew ji biryara dirêjkirina dema kar ne razî ye, her tim di çûyîn û hatinê de zehmetî dibîne. Heyanî bigihêje cihê karê xwe li 3`ê teksiyan diguherîne. Heke ew li ser karê xwe dereng bimîne, dê ceza bixwe.

Iptîsam anî ziman ku dewlet di saziyên xwe cûdahiyê dixe di navbera karmendan de. Karmendên di dema sîstema Baas de dixebitîn mîna bermahiyên sîstema berê tên dîtin û li gorî wê nêzî wan dibe.

Ji Gerînendetiya Perwerdeyê ya gundewarên Şamê Îman Edad got dirêjkirina dema kar ne li gorî rewşa wan e. Ew dikarin li ser sîstema dijîtal karê xwe bikin, an jî ji bo karê saziyan ranewestê dikarin kar dan bi dan organîze bikin, ne dema kar dirêj bikin.

Pispora karên îdarî Buseyna Ebdulrehman diyar kir ku di vê biryarê de ne heqî heye. Ew ê her meh 24 saetan nêzî 3`ê rojan zêde bixebitin.

Buseyna mijara mûçeyan jî nirxand û got li hinek saziyan karmend hene mehê 1000 dolarî werdigirin û hinek karmend jî kêmtirî 100 dolarî digirin. Di mûçeyê karmendan de wekhevî nîne û divê mûçeyên wan mîna hev bê dayîn.

Pispora Îman jî biryara dirêjkirina dema kar nirxand û diyar kir ku biryar ne li gorî şert û mercên malbatî û rewşa tenduristiyê ya jinan e. Dema kar dê dirêj be, ew nikarin pêdiviyên zarokên xwe pêk bînin û perwerdeya wan bişopînin. Pêdiviya jinên Sûriyeyê bi kar heye da ku pêdiviyên malbata xwe pêk bîne. Her tişt biha bûye û mesrûfa wan zêde bûye. Ev biryar dê bandorê li ser rewşa zarokên wan bike û dibe ku pirsgirêkên civakî û perwerdeyê zêde bike.

HIKUMET: DÊ PIŞTÎ 3 MEHAN BANDORA BIRYARÊ BINIRXÎNIN

Biryara dirêjkirina dema kar ji bo saziyên aborî ne derbasdar e. Li gorî rewşa karê wan ew 24 saetan dixebitin. Ev saziyên aborî li gorî sîstema xwe ya taybet û rewşa giştî ya aborî saetên karê xwe bi rêxistin bike.

4`ê Mijdarê Sekreteriya Giştî dabû zanîn ku wan ji bo başbûna çawaniya kar, pêşxistina rêbazên rêveberiyê û hesankirina proseduran biryara dirêjkirina dema kar daye. Ev biryar nayê wateya ku karê karmendan lewaz e û naxebitin. Mûçe, tezmînat, demên bêhnvedanê û betlaneyan hîn jî li gorî qanûnên pêwendîdar in. Pêdivî heye ku ji bo saetên zêde yê kar jî qanûnî bê zelalkirin. Her wiha ew ê piştî 3`ê mehan bandorên dirêjkirina dema kar binirxînin û bibîne kar karmend û welatî jê razî ne yan na.

20`ê Mijdarê wezîrê rêveberiya herêmî û jîngehê Mihemed Enciranî biryar derxist, dema karê aliyên îdarî yên girêdayî wezaretê diyar kir. Dema kar ji saet 08:00 heyanî saet 16:00 didome. Ev biyar dê 1`ê Kanûnê dê bikeve meriyetê.

Wezîrê perwerdeyê Mihemed Ebdulrehman Tirko jî der barê dirêjkirina dema kar de biryar derxist. Ev biryar tenê ji bo dibistanên giştî û yên taybet û peymangehên teknîk ne derbasdar e.

BIRYAR DÊ ÇAWA BANDORÊ LI JINAN BIKE?

Li gorî daneyên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî, li Sûriyeyê ji sedî 61.7 mêr dixebitin û ji sedî 12.88 jî jin dixebitin.

Dirêjkirina dema kar dê bandoreke neyînî li rewşa jinan bike. Rewşa dayikan jî nadin ber çavan û ji bo pirsgirêkên wan ên tenduristî, malbatî, çûyîn û hatinê nabin alîkar.

(np)

ANHA