​​​​​​​‘Ji bilî hevgirtin û yekitiyê tu rêbaz li pêşiya gelên herêmê tune ye‘

Reportaj Summay

​​​​​​​‘Ji bilî hevgirtin û yekitiyê tu rêbaz li pêşiya gelên herêmê tune ye‘
29 nîsan 2022   01:40

Serokê Şepêla Sûrî ya Çaksazî Şukrî Şêxanî diyar kir ku hin hez hene di serî de dewleta Tirk dixwazin aramî û ewlehiya herêmê xira bikin. Her wiha destnîşan kir ku di nava van hêzan û gelên herêmê de nakokiyên mezin hene û got: "Li hemberî van hewldanan, ji bilî yekitî û hevgirtina di bin sîwana neteweya demokratîk de tu rê pêşiya gelan tune ye."

Herêma Rojhilata Navîn bi giştî, Iraq, Sûriyê û Lubnan, Kurdistan bi taybet di nav zehmetiyên giran û pêvajoyeke xeter de ne.

Hêzên çavnebar di serî de dewleta Tirk êrişên xwe li ser herêmê zêde dike û gelên herêmê dike hedef û bi vê yekê dixwaze fitneyê di navbera van gelan de derxîne.

Têkildarî vê yekê ajansa me hevpeyvîn bi Serokê Şepêla Sûrî ya Çaksazî (Îslah) Sukrî Şêxanî re çêkir.

HEVPEYVÎN WIHA YE:

Herêm bi giştî di nava zehmetiyên mezin de ne. Di serî de dewleta Tirk, gelek alî dixwazin serweriya xwe ferz bike û herêmê dagir bike. Çawa yekitiya gelên dikare ji van planan re bibin bersiv?

Li her deverê, ji her kesî re xuyaye ku bi yekitî û hevgirtina gelan şaritanî ava dibin û geş dibin û bi parçebûn û jihevketina gel, şaristanî tune dibin.

Bi yekitî, hevgirtin û hişyarbûnê gel û şaristanî pêş dikevin, civak û welatî dighêjin asteke bilind ku li gorî xwestek û nêrînên wan e.

Rola partî û tevgerên siyasî mezin e ku girîngiya yekitiya gelên herêmê derxîne pêş, her wiha rêxistinên civaka sivîl dikarin nêrînên civakî yên derbarê têgînin yekitiya gelan li hemberî xeterî û astengiyên di hemû qadan de nîşan bidin.

Di serî de dewleta Tirk, ev hêz çawa hewl didin ku her pêkhateyekê bi serê xwe yek alî bikin?

Ev dewlet, mîna Îran, Tirkiyê û hikumeta Baas a li Sûriyê hewl didin bi rêya ajan û xayînan ewlehiya herêmê têk bibin.

Destpêklê, hewl didin li herêmekê di navbera gelên wê de nakokiyan derxînin. Duyem hewl didin di navbera yek gelî de dexînin. Mirov dikare bi gelek mînakan vê şîrove bike; em ji bîr nekin ku dewleta Tirk, Îran û rejîmê Sûriyê di navbera wan û gelên herêmê de bi awayekî giştî û gelê Kurd bi taybet ev sîsteman ava kir nakokiyên mezin hene ku. Ji ber vê jî ji bilî hevgirtin û yektiyê tu rêbaz li pêşiya gelên herêmê tune ye ku çarenûsa wan hevbeş e.

Çawa ev pêkhate dikarin yekitiya xwe ava bikin û çi gav ji wan têne xwestin?

Di her pêkhateyekî ji pêkhateyên gelên herêmê de ronakbîr, siyasetmedar, rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û siyasetmedarên payebilind hene. Bi rêya wan mirov dikare gavan diyar bike. Erka wan kesan e asta zanebûna siyasî, çandî û girêdana niştîmanî bilind bike. Gelek erkên girîng û giran dikeve ser milê wan divê ji bo yekkirina gotina gelan, her wiha avakirina lêveger û rêveberiyeke hevpar ku dikare li hember çi êrişan bisekine, pêk bîne.

Heger Kurd, Ereb û Suryanên li herêmê bi giştî û Sûriyê bi taybet yekitiya xwe ava bikin, dê encamên ji vê yekê çi bin?

Bapîr, siyasetmedar û ronakbîran berê gotiye "Di yekitiyê de hêz heye". Hemû cîhan rêzê dide yê bi hêz û nade yê lawaz heger mafdar be jî. Bêyî hêzeke ku destekê bide û parastina wî bike, tu sûd di maf de tune ye. Tişta ku bi hêzê hatiye standin heger ne bi hêzê be venagere. Neteweya demokratîk û biratiya gelan ku rêber Abdullah Ocalan banga wan dike mînaka her baş e ku em li gorî wê tevbigerin.

Belê, neteweya demokratîk û biratiya gelan ne tenê ji bo Kurd û yekitiya wan e, lê belê ji bo hemû pêkhateyan e.

Di dîrokê de mînak hene ku nêzîkî vê projeyê ne. Di împratoriya sasanî de hemû gelên di bin sîwana wê de dijîn xwedî serxwebûnekê bû. Ji ber ku neteweya demokratîk yan jî biratiya gelan projeya pêşerojê ya pêkvejiyanê ne, dibe ku li ser rûyê erdê bi demê re pêk bê û bi paşketina me ya fikrî û civakî re beriya ya siyasî, bikeve.

Kî ji me li dijî pêkvejiyana gelên herêmê ya demokratîk û biratiyê ye.

Tecrubeyên gelên herêma me yên li ser esasê dewleta neteweyî bi bin ket weke ku çawa li ser esasê olperest bi bin ket.

(bx)

ANHA