Li Dirbêsiyê şehîdekî Lîwaya Hesekê hat oxirkirin

Xelkê bajarê Dirbêsiyê û gundewarî şervanê Lîwaya Hesekê şehîd Hesen Elo El Yûsif oxir kir û soza şopandina rêça şehîdan da.

Li Dirbêsiyê şehîdekî Lîwaya Hesekê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî Lîwaya Hesekê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî Lîwaya Hesekê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî Lîwaya Hesekê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî Lîwaya Hesekê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî Lîwaya Hesekê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî Lîwaya Hesekê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî Lîwaya Hesekê hat oxirkirin
Li Dirbêsiyê şehîdekî Lîwaya Hesekê hat oxirkirin
28 mijdar, 2026   19:54
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê merasîma cenaze yê şervanê Lîwaya Hesekê Raman Hesekê (Hesen Elo El Yûsif) yê ku ku duh (27 Mijdar 2026) li Qamişloyê şehîd bûbû, li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî li dar xist. 

Merasîma bi sedan kes tev lê bûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Dûre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulqadir Dirbas rêwîtiya şehîd Hesen Elo El Yûsif û fedakariyên wî bi bîr xistin û got: "şehîdan di rêya azadî û rûmetê de canê xwe feda kir û dê fedakariyên wan di wijdana gel de bimînin û ji nifşên bê re jî bibin jêdera îlhamê."

Li ser navê hêzên leşkerî Fîdan Efrîn jî, şehîd Hesen Elo El Yûsif û fedakariyên wî bi bîr xistin û diyar kir ku şehîdan bi fedakariyên xwe rêya azadî û rûmetê xêz kirin û dilsoziya bi wan re bi berderwama têkoşîn û şopandina rêça wan e.

Li ser navê malbata şehîd jî Rojîn El Yûsif axivî, helwst û rêwîtiya şehîd bi bîr xistin û got wî rêya berxwedanê hilbijart, ruxmî ku 2 zarokên wî şehîd bûne û heta roja xwe ya dawî ji bo parastina gelê xwe tê koşiya.

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenaze bi tilîlî û diruşmên “şehîd namirin” spartin axê.

(f)

ANHA