Ukraynayê 3 stasyonên petrolê yên Rûsyayê kirin armanc

Ukraynayê ragihand ku wê li 3 stasyonên petrolê yên Rûsyayê li herêmên Rostov, Samara û Başkortostanê, di nav wan de parzûngeha Novoshakhtinskê jî heye, daye.

Ukraynayê 3 stasyonên petrolê yên Rûsyayê kirin armanc
28 mijdar, 2026   22:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Ukraynayê îro ragihand ku di çarçoveya êrişên li ser binesaziya enerjiyê ya Rûsyayê de, wê li 3 stasyonên petrolê yên Rûsyayê yên li herêmên Rostov, Samara û Başkortostanê daye.

Wezaretê li ser telegramê daxuyaniyek parve kir ku rafîneriya Novoshakhtinskê ya li herêma Rostovê, di nava 5 rojan de cara duyemîn hatiye hedefgirtin.

Wezaretê da zanîn ku stasyona "LPDS Samara" ya ku ji bo veguhastin, hilanîn û têkelkirina petrola xav navendeke sereke ye, her wiha stasyona "LPDS Nurlino" ya li Başkortostanê ya ku ji bo pompakirin û belavkirina petrolê bi rêya boriyan stasyoneke girîng e hatine hedefgirtin.

(f)