Mîhrîcana Çandê ya Deqên Şanoyê di roja 2’yem de ye

Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn a Pêşbirka Deqên Şanoyê ya bi dirûşma "Şano jiyan e" di roja 2’yem de bi semîner û şanoyekê dewam kir.

Mîhrîcana Çandê ya Deqên Şanoyê di roja 2’yem de ye
Mîhrîcana Çandê ya Deqên Şanoyê di roja 2’yem de ye
Mîhrîcana Çandê ya Deqên Şanoyê di roja 2’yem de ye
Mîhrîcana Çandê ya Deqên Şanoyê di roja 2’yem de ye
Mîhrîcana Çandê ya Deqên Şanoyê di roja 2’yem de ye
Mîhrîcana Çandê ya Deqên Şanoyê di roja 2’yem de ye
Mîhrîcana Çandê ya Deqên Şanoyê di roja 2’yem de ye
28 mijdar, 2026   19:31
QAMIŞLO

Duh, çalakiyên Mîhrîcana Çandê ya Sêyemîn a Pêşbirka Deqên Şanoyê bi diruşma “Şano jiyan e” ya ku Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê organîze kiriye li Parka Xwendinê ya Qamişloyê dest pê kirin. Armanc ji şanoyê balê bikişîne ser girîngiya şanoyê ku rûbera derbirîna çandî û fikrî ye.

Di roja 2’yem de semîner û şanoyek bi amadebûna nivîskar, şanoger û eleqedarên hunerî û wêjeyî hatin lidarxistin.

Semînera şanoyî Enwer Mihemed da. Mihemed behsa aliyê dîrokî ya şanoyê cureyên şanoyê kir û bal kişand ser pêwîstiya parastina xebata şanogeriyê û çawaniya pêşxistina wê.

Dûre şanoyekê ku bal kişand ser girîngiya zimanê dayîkê û mirov çiqas mezin bibe yan jî koçber bibe bêyî fêrî zimanê xwe bibe li gel wî aliyê girêdayî nasname û çandê bi pêş nakeve.

Li gorî bernameya mîhrîcanê, wê sibe bi heman dem û cihî mîhrîcan bi nivîsên wêjeyî yên dîtir û xelatkirina beşdaran bi dawî bibe.

(f)