​​​​​​​Burhan Raûf: Gelê Iraqê hikumeta neçar kir ku helwestekê li dijî Tirkiyê bigire

Reportaj Summay

​​​​​​​Burhan Raûf: Gelê Iraqê hikumeta neçar kir ku helwestekê li dijî Tirkiyê bigire
31 tîrmeh 2022   03:25

Siyasetmedar Burhan Raûf diyar kir ku nakokiyên di navbera hêzên iraqî de rê li ber hêzên navneteweyî û derve, di serî de dewleta Tirk vekir ku xaka Iraq ji bo xwe rewa bikin û rojane xaka wê bin pê bikin. Raûf destnîşan kir ku berteka gel a Iraqê hikumet neçar ku tedbîran li dijî Tirkiyê bigire.

Ji 10 salan ve li Iraqê aloziyeke siyasî heye. Tevî ku hilbijartinên parlamentoyê pêk hatin lê heta niha hêzên bi nakok nikarin hikumetê ava bikin û serokkomarek nû diyar bikin. Ya ku aloziya Iraqê kûrtir kir vekişîna bloka herî mezin ji parlamentoyê an ku Tevgera Sedr e.

Siyasetmedar Burhan Raûf anî ziman ku tişta balkêş û ecêb di proseya siyasî ya Iraqê de, îstîfaya tevahî endamên Tevgera Sedr ji parlamentoyê ku bi hejmara herî bilind a kursiyan di parlamentoyê de bi ser ketiye. Piştî îstîfayê yên li pey wan hatin an ku Çarçoveya Hemahengiyê sonda destûrî xwarin.

Burhan Raûf di hevpeyîvnekê li gel ANHA'yê de, diyar kir ku rewşa siyasî ya laozî ya li Iraqê derî li ber destwerdanên derve, bi taybet dewleta Tirk vekir û got: "Gelê Iraqê zulm û îhaneta Tirk a li dijî xak, asîman û gelê Iraqê qebûl nake û hikumet neçar kir ku giliyekî pêşkêşî Konseya Ewlekariyê bike."

Hevpeyvîn wiha ye:

Ji zêdetirî 10 salan ve li Iraqê aloziya hikumeta Iraqê heye, sedema vê yekê nakokiyên siyasî yên di navbera hêzên Iraqê de ye. Piştî vekişîna Tevgera Sedr ji parlamantoyê alozî kûrtir bû. Bi nêrîna we sedema li pey van hemûyan çi ye?

Bi rastî, sedema sereke ya van pirsgirêk, alozî û xetimîna siyasî, nakokiyên siyasî yên kûr ên di navbera pêkhateyên gelê Iraqê de ye û di nava pêkhateyekê bi xwe de ye. Berî nakokî di navbera pêkhateyan de bûn, lê niha nakokî berfireh bûne û bûne di navbera yek pêkhateyê de ye, mîna rewşa niha ya pêkhateya Şîa ye, nakokiya di navbera Çarçoveya Hemahengî û Tevgera Sedr de, nakokiya di mala kurdî de li ser serokkomariyê ye.

Kûrbûna van nakokiyan hişt ku avakirina hikumetê dereng bikeve û tevahî muhlet û dema destûrê bi dawî bûn. Li Iraqê valahiyeke destûrî û qanûnî heye û xaka Iraqê bûye xaka rewa ji bo destwerdanên herêmî û derve.

Gelo ev nakokî pêwendiya xwe bi lêgerîna niştimanperwerî ya ji bo çareserkirina êş û azarên giran ên piraniya xelkên Iraqê heye, yan berdewamî û zêdekirina bandor, hêz û parvekirina, erk, xenîmet û destkeftiyan e?

Nakokî li ser xenîmet û erkên desthilatdariyê, belavkirina rêveberî û ajnîdeyan û hewldanên nêzîkirina nêrînên hin hêzên din piştî 10 mehan ji hilbijartinan, bi bin ketin, her wiha girtina berjewendiyên partiyetî yên teng bû sedem ku hikumet ava nebe. Heman demê berjewendiyên bilind ên Iraq û iraqiyan di ber çavan re nayên girtin û berjewendiya niştimanî ya Iraqê di danûstanên van partî û hêzên siyasî de tune ne. Israra siyasî bû sedema xetimîna siyasî ya li welat û tu aso û hêviyên şikandina vê xetimîna siyasî ya bi girêk tune ne.

Piştî vekişîna Tevgera Sedr ji parlamentoyê  Çarçoveya Hemahengî ma ku bloka herî mezin di parlamentoyê de ye. Çarçoveya Hemahengiyê vê dawiyê Mihemed Şeya El-Sûdanî ji bo serokwezîretiyê hilbijart. Çima El-Sûdanî hat hilbijartin?

Vekişîna Tevgera Sedr ji proseya siyasî û îstîfaya komî ya endamên wê ji parlamentoyê nakokî û aloziya siyasî ya li welat kûrtir kir. Banga wê ya avakirina hikumeta pirraniya niştimanî tê wateya ku etnîk û netewe bên derbaskirin, lê hejmara yek ji sêyan  ya parlamantoyê ji bo hilbijartina serokkomarê temam nebû. Her wiha Tevgera Sedr hevbendî bi Çarçoveya Hemahengiyê re qebûl nekir, ji ber vê yekê ji parlamentoyê vekişe.

Lê li gorî Tevgera Sedr îdia dike, vekişîna wê ya ji parlamentoyê nayê wateya vekişîna wê ji proseya siyasî, her wiha îdia kir ku ew ê bibe ji muxalifeta gel. Ev jî ne li gorî urfên siyasî û partiyên siyasî di sîstema demokratîk de ye, heger nikaribe hikumetê ava bike dê bibe ji muxalefeta di hundirê parlamentoyê de, ev pêşketineke nû. Ji tişên ecêb ên di proseya siyasî ya Iraqê de hêzeke bi temamî an ku Tevgera Sedr a ku bi hejmara herî bilind di parlamentoya Iraqê de bi ser ketiye, îstîfa bike û yên li dû wan an ku Çarçoveya Hemahengiyê sonda destûrî bixwe.

Hilbijartina Mihemed Şeya El-Sûdanî di hundirê Çarçoveya Hemahengiyê de encamên lihevkirina hemû pêkhateyên çarçoveyê li ser vê kesayetê ne, ji ber ku mirovekî mutewaz e û nêzî hemû pêkhateyên Çarçoveya Hemahengiyê ye.

Piştî hilbijartina El-Sûdanî li Iraqê xwepêşandan li dar ketin. Xwepêşandêrên ji alîgirên Tevgera Sedr herêma Kesk a Bexdayê girtin. Li gorî we sedema vê yekê çi ye?

Xwepêşandanên ku di rojên dawî de ji aliyê Tevgera Sedr ve li Iraqê li dar ketin û ketina xwepêşandêran a parlamentoyê, nameyeke xurt ji bo Çarçoveya Hemahengî û hêzên siyasî yên din e, ku Tevgera Sedr tev ku îstîfa kiriye hîna bi nêrîna xwe ve girêdayî ye û dê bêyî erêkirina wê serokkwezîr qebûl nake û bêyî erêkirina wê  û beşdarbûna sedriyan ewlehî û istiqrar pêk nayên.

Hewcedariya rewşa Iraqê bi xweragirtin û diyalogên zêdetir heye. Heger iraqî nikaribin bighêjin çareseriyê û sedrî xwepêşandanan dewam bikin, pêwîstiya wan bi hilbijartinên din ên pêşwext û betalkirina parlamentoya nû hene.

Divê hêz û partiyên siyasî baş bizanbin ku bêyî sedriyan avakirina hikumeta nû ya Iaqê zehmet e, ji ber ku Tevgera Sedr dê li pêşiya avakirina hikumetekê ku li ser lihevkirin çênebe, gelek astengiyan çêbike.

Ji aliyê dewleta Tirk û PDK'ê ve planeke mezin li ser Iraqê heye. Dewleta Tirk bi rêya PDK'ê hewl dide qada dagirkeriya xwe li Başûrê Kurdistanê berfireh bike û sûdê ji aloziya Iraqê bigire. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk rojane xaka Iraqê bin pê dike û serdestiya dewleta Iraqê wekî dewleteke serbixwe û endama Neteweyên Yekbûyî, bin pê dike. Dewleta Tirk di 20'ê Tîrmehê de komkujiyek li dijî iraqiyên sivîl li seyrangeheke bajarê Dihokê pêk anî. Helwesta Iraq, bi taybet a şêniyên Bexda û Besrayê hikumeta Iraqê neçar kir ku tedbîran bigire  û bangî balyozê Tirkiyê bike.

Bertek, şermezariya mezin û pêşkêşkirina giliyan ji bo Neteweyên Yekbûyî nîşaneyên baş in. Pêwîstî bi koordîneyeke zêdetir di navbera hikumeta federal û hikumeta Herêma Kurdistanê de heye. Tevî ku parastina serdestiya Iraqê erka hikumeta federal e, lê dema dawî hêsankirin û kêmanî li hemberî binpêkirin û êrişên Tirkiyê yên li dijî serdestiya Iraq û Herêma Kurdistanê hebûn. Ev yek dewleta Tirk teşwîq kir ku qetilkirina welatiyên Iraqê û pêkanîna komkujiyan li dijî gelê Iraqê bidomîne.

Ji refleksên dawî xuya dibin ku heger were xwestin dê bersiveke xurt di qada siyasî, dîplomasî, navneteweyî û leşkerî de li hemberî binpêkirinên Tirkiyê hebe.

20'ê Tîrmehê, dewleta Tirk gundê Perex ê Derkarê yê Zaxoyê topbaran kir û komkujiyek li dijî niştecihan pêk anîn. Di encamê de 9 kes hatin qetilkirin û 23 jî birîndar bûn. Li ser vê yekê Iraq bang li Konseya Ewlekariyê kir ku hêzên Tirkiyê yên dagirkir ji xaka Iraqê derxînin. Lê heta niha Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî tevnegeriyaye. Li gorî we sedem çi ye û niha çi tê xwestin?

Têkildarî topbarana li ser gundê Derkarê yê Zaxoyê, Konseya Ewlekariyê civînek li dar xist. Ev civîn ji ber giliya ku hikumeta Iraqê û Wezareta Derve ya Iraqê pêşkêş kiribûn, pêk hat. Di civînê de topbaran, komkujî û sûcên Tirkiyê yên li dijî serdestiya Iraq û welatiyên wê yên sivîl hatin şermezarkirin.

Berê tu kesî gilîname li dijî hikumeta Tirk pêşkêşî Konseya Ewlekariyê nedikir. Xwepêşandanên gel ên piştî komkujiya hovane ya li Zaxoyê delîleke ku gelê Iraqê zulm û heqareta dewleta Tirk a li ser xak, asîman û gelê xwe qebûl nake. Gel hikumet neçar kir ku gilînameyekê pêşkêşî Konseya Ewlekariyê bike.

Heger nakokî di navbera hêzên iraqî de dewam bikin, wê rewşa Iraqê ber bi ku ve biçe?

Hêvî dikim ku iraqî bi Ereb, Kurd û hemû pêkhateyên xwe hikumeteke durist, niştimanî û lihevkirî ava bikin ku karibe berpirsyarî û parastina Iraqê hilgire, berjewendiyên bilind ên gelê Iraqê esas bigire û ji berjewendiyên partiyetî yên teng dûr bikeve. Heger ev pêk neyên wê Iraq ber bi alozî û nakokiya di navbera van pêkhateyan de biçe û dê xetimîna siyasî kûrtir bibe. Ji ber ku alternatîfa lihevnekirin û avakirina hikumetê, tundî û şerê navxweyî ye.

ANHA