Di guhertina materyalên perwerdeyê de qonaxa duyem temam bû

Di çarçoveya plansaziya guhertina materaylên dibistanên seretayî, navîn û amadehî de, qonaxa duyemîn temam bû. Qonaxa sêyem jî dest pê kiriye.

Di guhertina materyalên perwerdeyê de qonaxa duyem temam bû
24 tîrmeh, 2025   07:20
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

Saziya Materyalan (Minhacan) a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gorî plansaziya guhertina materyalên dibistanan ku sala 2024`an dabûn destpêkirin, qonaxa duyemîn a guhertina materyalan bi dawî kir. 

Di qonaxa duyem de materyalên refên 2, 5, 8 û 11`an a ku dê di sala xwendinê ya 2025-2026`an de li dibistanan werin belavkirin, hatin nûkirin.

Di qonaxa duyemîn materyalên dersên zimanê Kurdî, Erebî, Ingilîzî, fizîk, kîmya, biyolojî, bîrkarî, felsefe, dîrok, wênesazî, çand û exlaq, civaknasî, zanistên civakî, erdnîgarî, civak û jiyan, muzîk û werzîş hatin nûkirin.

KURDÎ

Mijar li gorî pîvanên ku divê xwendekar nerînên derdorê jî guhdar bike, dîrok û erdîngariya welatê xwe nas bike, çanda xwe were girêdan û nirxên civakî biparêze hatine danîn.

EREBÎ

Di pirtûkê de mijar, gotar û helbest hatine veguherandin, pirs jî li ser esasê fêrbûnek dûrî ezberkirinê hatine dayîn û ew wekî lêkolîn û hevkarî hatiye bi cih kirin. li gorî encamê rapirsînê (ya ku beriya guhertinê ji mamoste û xwendekaran hatiye kirin) li pirtûkê ders nehatine zêdekirin.

INGILÎZÎ

Li Dersa zimanê Ingilîzî ya ku ji refa 4`an xwendekar dibin, li gorî agahiyên têkildarî civak, çand û dîroka Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriyeyê hatiye sazkirin. 

CIVAK Û JIYAN, ZANISTÊN CIVAKÎ Û CIVAKNASÎ

Mijar nehatine guhertin, lê di şiklê pirtûkê de guhertin hatine çêkirin. Ji bo ku xwendekar bêhtir hest û kesayeta xwe nas bikin, behreyên xwe pêşbixin û têkiliya bi derdorê re baş karibin çê bikin ders hene.

FÎZÎK, KÎMYA Û BIYOLOJÎ

Ders dûrî ezberkirinê hatiye xistin, zêdetir di warê mînakên ku mamoste û şagirt bi hev re çareser dikin. agahî li pirtûkan zêde bûne û girêdana wan agahiyan bi bîrkarî, kîmye û biyolojî hatiye kirin.

ÇAND Û EXLAQ

Awayê dayîna dersan hemû hatine guhertin, rêbazê nîqaş, analîz û lêkolîn hatiye esasgirtin. Her dawiya her beşekê projeyên lêkolînê hene divê xwendekar wan çê bike.

FELSEFE

Di warê pêşkêşkirina dersan de guhertin hatiye çêkirin, ji bo ku xwendekar li ser tişta jê re tê dayîn bifkire û afrîneriya xwe bibîne, ders bi rêbazê nûjen ê xwe dispêre nîqaşkirin, danûstendin û lêkolînkirinê hatiye dayîn. Agahî bi awayeke sîstematîk hatine danîn.

DÎROK

Di dersa dîrok de agahî tenê di çarçoveya Rojhilata Navîn de nehatiye dayîn, ji bo tecrubeyên cîhanî bi xwendekaran re werin parvekirin û bêhtir bîra derdorê bibin, nasandina ezmûnên girêdayî mirovahiyê li gelek deveran li cîhanê hatiye kirin. li ser bingeha dîrok zanisteke gerdûnî ye, tenê di erdîngariyekê de sînordar namîne pirtûk hatiye sazkirin.

ERDÎNGARÎ

Di warê dersdayînê de rêbaz hatiye guhertin, bêhtir nêzî warê nîqaşkirin û lêkolînê hatiye kirin. agahî bi awayeke tije û neyê fêmkirin nehatiye dayîn, ji bo ku xwendekar karibe baştir fêm bike, agahî bi şêwazeke baştir hatiye bi cihkirin.

BÎRKARÎ

Di dersa bîrkarî de hejmara dersan hatine zêdekirin. Mînakên ku ji bo şagirtan tê dayîn ji bo ku çareser bikin, girêdana wan bi dersên erdîngarî, dîrok û hwd. hatine çêkirin. Ji bo ku şagirt di nava xwendina zanîngehê de winda nebin, hin dersên nûjen li hatine zêdekirin, mîna )Linear Programming( a ku şagirt bêhtir dikare encamên baştir ji mînakan derxe.

MUZÎK

Di pirtûkê de tenê stran kêm hatine danîn, zêdetir teoriyên muzîkê lê hatine zêdekirin. Ji bo ku xwendekar li ku be û çi amûrî bibîne karibe lê bide, nivîsandina noteyên muzîkê jî di pirtûkê de tên fêrkirin. Ji bo wan jî rêvernameya mamosteyan hatiye çêkirin.

WERZÎŞ

Di beşa werzîşê de wekî ku me agahî di rapora xwe ya berê de jî dane, pirtûk tune ye. Lê heta niha ji refên ji 1-9`an rêbernameya mamosteyan hatiye amadekirin.

WÊNESAZÎ

Ew li gorî temenê xwendekar hatiye dayîn, şêwekarên ji Sûriyeyê û cîhanê di pirtûkê de hatine danasandin û berhemên wan jî hatine bi cihkirin. Ji bo çanda xwendekar ya hunerî pêşbikeve, behreya rengkirinê, gewdekirinê, karê destan, çêjtina hunerî, çanda hunerî û agahiyên hunerî li pirtûkê hatine zêdekirin. Her wiha kevneşopiyên deverê, keleh, şûnwar û peykerên li Sûriyeyê di warê şêwekariyê de hatine pênasekirin.

PERWERDEHIYA OL Û BAWERIYAN

Pirtûkên ola Îslamî û ya Êzidî di salên 2022 û 2023`an hatine amadekirin, sala 2024`an derbasî dibistanan bûn. Perwerdehiya olî ji refa 4`an ji bo xwendekaran tê dayîn.

MATERYAL TÊN ÇAPKIRIN

Endamê Saziya Materyalan Umran Yûsif da zanîn ku materyalên hatine guhertin ji bo çapê hatine şandin. Pirtûk wê ji bo sala xwendinê ya 2025-2026 bên belavkirin.

QONAXA SÊYEM DEST PÊ KIR

Li gorî agahiyên ku Umran Yûsif dane, xebatên qonaxa sêyem ên guhertina materayalan jî dest pê kirine. Di vê qonaxê de wê pirtûkên refên 3, 6, 9 û 12`an bên nûkirin. Tê plankirin ku ji bo sala xwendinê ya 2026-2027`an li dibistanan bên belavkirin.

Di qonaxa yekemîn de materyalên refên 1, 4, 7 û 10`an hatibûn guhertin, di sala xwendinê ya 2024-2025`an de dest bi bikaranîna wan hate kirin.

(a)

ANHA