Li Qamişloyê xortek hat kuştin

Li başûrê Qamişloyê nêzî gundê Zibanê komeke çekdar bi ser mezreyekê de girt û xortê bi navê Hisên El Tirkî kuşt.

Li Qamişloyê xortek hat kuştin
28 mijdar, 2026   13:51
QAMIŞLO

Li gorî çavkaniyên xwecih li başûrê Qamişloyê îro (şemî) 4 kesên çekdar bi ser mezreyekê de girtiye. Mezre li ser rêya M4`e û nêzî gundê Zibanê ye.

Çavkaniyan da zanîn ku çekdaran Hisên El Tirkî guleberan kiriye û berî birevin hemû kamereyên li mezreyê şikandine.

Hisên El Tirkî ji taxa Zinûd a bajarê Qamişloyê ye. Piştî bûyerê ew rakirin Nexweşxaneya Qamişloyê lê jiyana xwe ji dest da.

Hêzên ewlekariyê jî dest bi lêkolîna bûyerê kir û têkildarî nasnameyên çekdaran tu agahî nehatine wergirtin.

(np)

ANHA