Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû

Civîna şandeya bilind a YNK û PDK’ê ya têkildarî geşedanên dawî yên di navbera Herêm û Bexdayê ku li avahiya Mekteba Siyasî ya YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê hate lidarxistin, bi dawî bû.

Civîna YNK û PDK’ê bi dawî bû
28 mijdar, 2026   14:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî berdewambûna zêdetirî du saetan, civîna şandeya bilind a YNK û PDK’ê ya li ser geşedanên dawî yên di navbera Iraq û Herêmê de, bi dawî bû.

Ji aliyê şandeya bilind a PDK’ê Nêçîrvan Barzanî, Mesrûr Barzanî, Piştîwan Sadiq û Mehmûd Mihemed, her wiha ji aliyê şandeya bilind a YNK’ê ya li bajarê Silêmaniyê jî Bafil Talebanî, Qubad Talebanî, Derbaz Kosret Resûl, Daro Şêx Nûrî û Rifet Ebdulla beşdarî civînê bûn.

Li gorî agahiyan di civînê de amadekariyên civîna 1’ê Kanûnê ku dê di navbera rayedarên Herêma Kurdistanê û sê serokatiyên Iraqê de were lidarxistin, hatin nîqaşkirin.